Li Erdexanê mêrek 65 salî ket çemê Kûr û winda bû

23-04-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erdexanê ya Bakurê Kurdistanê kalemêrek ket çemê Kûr (Kura) û winda bû û tîmên lêgerînê lê digerin.

Li gor agahiyan, îro Yekûemê 23ê Nîsanê kalemêrek bi navê Mehmet Arik ê 65 salî dema pezê xwe li kêleka çemê Kûr di çêrand, çend pezê wî dikevin avê, Arik dema ku dixwaze ajalên xwe ji avê derxe dikeve çem û li ber avê diçe.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê, AFAD û cendirme bo cihê bûyerê hatine şandin.

Tîmên lêgerînê li Mehmet Arik ê 65 salî digerin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst