Li Kobanî ciwanek piştî 11 salan ji ber tolhildanê hat kuştin

23-04-2023
RÛDAW
Li Kobanî ciwanek piştî 11 salan ji ber tolhildanê hat kuştin
Li Kobanî ciwanek piştî 11 salan ji ber tolhildanê hat kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Kobanî yê Rojvayê Kurdistanê ciwanek 25 salî ji gundê Cibnê piştî 11 salan bi tolê  hat kuştin.

Li gorî agahiyên ku ji Kobanî hatine bidest xistin, îro ciwanê bi navê Mihemed Bozan di nav baxçeyê xwe de li gundê Cibnê li rojavayê Kobanî hatiye gulebaran kirin û ew birine Nexweşxaneya Emel a Kobanî.

Bozan tevî hemû hewlên pizîşkan jî li Nexweşxaneya Emel a Kobanî nehatiye rizgarkirin û canê xwe ji dest daye.

Hêzên Asayişê dest bi lêkolînê kirine. 

Li gor zaniyariyan dema ku Mihemed Bozan li baxê  xwe ya fistiqan ya li gundê Cibnê bû, 2 ciwan ji gundê Aşmê çûne wir û ew gulebaran kirine.

Çîroka dijmindariyê vedigere sala 2012an, yanî berî 11 salan, di navbera xelkê gundê Aşmê û Cibnê xwînîtî hebû, heta niha 5 kes hatine kuştin.

Mihemed Bozan dibe qurbaniyê 5emîn ê vê doza xwînê ya di navbera her du gundên Aşmê û Cibnê de.

Kesê bi navê Miso Hiskê yê ji gundê Aşmê sala 2012an, ji aliyê kesekî ji gundê Cibnê ve hat kuştin. Piştre malbata Hiskê, ew tawanbar kuştin.

Di sala 2017an de jî, ciwanên gundê Cibnê li taxa Sînaa ya Kobanê 2 kes ji gundê Aşmê kuştibûn.

Çîroka dijmindariyê vedigere sala 2012an, yanî berî 11 salan, di navbera xelkê gundê Aşmê û Cibnê xwînîtî hebû, heta niha 5 kes hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst