Li Cizîrê qeza: 2 mirî û 8 birîndar!

23-04-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Cizîrê ya ser bi Şirnexê li Bakurê Kurdistanê otomobîlek û kamyonetekê li hev qelibîn û di encamê de 2 kesan canê xwe ji dest dan û 8 kesên din jî birîndarbûn.

Otomobîla bi plaqeya 01 AJH 845 a ku ajokarê wê Mehmet Şah Seçkin, li ser rêya Cizîr-Hezexê, ji piştê ve li kamyoneta bi plaqeya 34 EVV 239 a kompaniya DEDAŞê da.

Di encamê bûyera trafîkê de ajokarê otomobîlê Mehmet Şah Seçkin û Mesut Arsokay (13) yê di otomobîlê de li cihê bûyerê canê xwe ji dest dan û 8 kesên din jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê, polîs û tendirustiyê bo cihê bûyerê hatin şandin.

Birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê hatin veguhestin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst