Partiyên siyasî hevrikiyê li ser dengê ciwanan dikin

23-04-2023
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Zêdetir ji 4 milyon ciwanan bo cara yekem deng didin
Zêdetir ji 4 milyon ciwanan bo cara yekem deng didin
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê Muhamed Ahmet Mahsûm Melîkoglu Zeyad Ceylan Hilbijartin
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê 4 milyon û 902 hezar ciwanên ku temenê wan bûye 18 salî dê cara yekemîn biçin ser sandoqê û dengê xwe bidin. Rêjeya dengê van ciwanan bi serê xwe ji benda sedî 7 derbas dike. Ji ber vê yekê her partiyek dixwaze dengê van ciwanan bigre. Li Bakurê Kurdistanê jî nexasim Partiya Çepên Kesk û AK Partî li dû dengên van ciwanan ketine.

Di hilbijartina 14ê Gulanê ya parlamentoya Tirkiyeyê û serokomariyê de 4 milyon û 902 hezar û 675 ciwanên ku temenê wan dibe 18 salî cara yekemîn dê biçin ser sandoqê û deng bidin.

Her partiyek hewl dide dengê van ciwanan ber bi xwe ve bikişîne. Muhamed Ahmet Mahsûm Melîkoglu jî berbijêrê herî ciwan e li Amedê. Ew ji lîsteya AK Partiyê bûye berbijêr. Dibêje partiya ku herî zêde xizmeta ciwanan kiriye partiya wan e û ciwan dê herî zêde dengê xwe bidin partiya wî.

Berbijêrê AK Partiyê li Amedê Muhamed Ahmet Mahsûm Melîkoglu got: “Dema ku ez diçim ba ciwanan, dema ku berbijêreke weke min ciwan dibînin pir kêfxweş dibin. Çimkî hêviya ciwanan dîsa ciwan in. Çimkî encex ciwanek dikare ji zimanê ciwanekî fêm bike, pirsgirêkên wan fêm bike, riyên çareseriyê ji wan re bibîne. Em ji ciwanên Amedê jî û ji hemû ciwanan jî bawer in. Înşela di vê hilbijartinê de jî ciwan dê li ba Ak Partiyê û serokomarê me cih bigrin.”

Helbet partiya Çepên Kesk ku li ser rêça HDPê dikeve hilbijartinê berevajî Melîkoglu difikire. Li gorî Partiya Çepên Kesk di serî de li Amedê li tevahiya bajarên Kurdan ji sedî 75ê ciwanan dê dengê xwe bidin wan.

Hevserokê Şaxê Amedê yê HDP Zeyad Ceylan jî got: “Lêkolîner jî dibêjin; bi taybetî jî li Kurdistanê ji sedî 75ê ciwanan deng didin Partiya Çepên Kesk. Ev yek hem me kêfxweş dike û hem jî serbilind dike. Hem jî berpirsyariya me ya li hemberî ciwanan zêdetir dike. Divê siyaseta me, polîtîkaya me bibe layîqê ciwanên kurd û Kurdistanê û hemû ciwanan.”

Li Amedê nêzî milyonek û 200 hezar dengdêr hene. Ji van 100 hezar cara yekemîn e ku dê biçin ser sandoqê deng bidin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst