Xaneqîn; di êrîşa bombeyî de 2 sivîlan canê xwe ji dest dan

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarekî Pêşmergeyan ji Rûdawê re ragihand, roja Înê 22ê Nîsanê 2022an bombeyeke çandî li Xaneqînê bi otomobîla sivîlan de teqiyaye û di encamê de 2 kesan canê xwe ji dest dane û 2 kes jî birîndar bûne.

Fermandarê Hêzên Pêşmergeyan Cimhûr Hacî Rustem got, “Bûyer îro li gundê Saîd Ceradê a devera Helwan ya ser bi nahyeya Gulaleyê pêk hat û kesên ku bombe bi wan de teqiyaye sivîlên herêmê ne.”

Nahyeya Gulaleyê girêdayî navçeya Xaneqînê ye û di nav herêmên Kurdistanî yên li derveyî Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye, ji aliyê îdarî ve ser bi parêzgeha Diyalayê ve ye.

Cimhûr Hacî Rustem anî ziman ku bombe bi îhtimaleke mezin ji aliyê DAIŞê ve hatiye çandin ku berê êrîşên bi heman rengî li deverê pêk anîne.

DAIŞê heta niha berpirsyaretiya êrîşê negirtiye ser xwe lê li ser kanala xwe ya Telegramê roja Înê diyar kir ku wan karwaneke serbazî ya endamên Heşda Şebî yên Sunî li Xaneqînê kiriye armanc û di encamê de 2 kes hatin kuştin û 3 birîndar bûn.

Êvara Sêşemê jî li parêzgeha Diyalayê 3 endamên hêzên eşîrên Sunî ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibûn kuştin û sivîl jî di nav de 8 kes birîndar bibûn.

Ajansa Îstixbarata Iraqê roja Pêncşemê diyar kiribû ku çar endamên DAIŞê li parêzgeha Selahedînê di êrîşeke asmanî de hatin kuştin.

DAIŞê roja Pêncşemê di kovara xwe ya propagandayê de îdia kir ku ji 7ê Nîsanê heta 13ê Nîsanê 24 êrîş li Iraqê pêk anîne û di encamê de 31 kes hatin kuştin û birîndarkirin.