Ermeniyên Dêrezorê Komkujiya Ermeniyan bibîr tînin

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî deh salan Ermeniyên bajarê Dêrazorê yê Sûriyê li Dêra Şuhedaa ya Ermeniyan ku nîşanên şer hîn li ser diyar in, bi dua û sirûdên olî salvegera komkujiya Ermeniyan bibîr tînin.

Welatiyekî Ermen Antranîk Serkîs got "Wek van rojan di 24ê Nîsanê de, hersalê salvegera komkujiya Ermeniyan e, têde Ermenî rastî xirabtirîn komkujî bibûn di despêka sedsala 20an de, ev ne tenê pirsgirêka Ermeniyan e, herwiha ya mirovahiyê ye, ew destê reş ku wê demê li ser Ermeniyan hatibû dirêjkirin îro li ser Sûriyê jî dirêj dibe û em encamên wê dibînin."

Berî şerê Sûriyê li gor Wezareta Derbideran a Ermenistanê hejmara Ermeniyan li Sûriyê nêzîkî 100 hezar kesî bû, ji wan 5 hezar li dêrezorê bûn, piraniya wan niha koçberî welatên din  bûne û tenê hejmareke kêm maye.

Endamê Parlemantoya Sûriyê Gerayir Reysan dibêje "Ji vê derê teror tê naskirin û çi pêwîste jibo teror li Cîhanê bê rawestandin, duh li dijî Ermeniyan bû, îro jî li dijî xelkê Sûriyê tê kirin, em nizanin  sibe wê li dijî kê be."

24 Nîsanê hersal Ermeniyên Cîhanê salvegera komkujiya Eremniyan bibîr tînin ku li gorî wan  sala 1915an li ser destê Osmaniyan hatibû kirin û di encamê de nêzîkî yek milyon û nîv kesên Ermenî hatibû kuştin.