Macron û Le Pen; roja dawî ya kampanyaya hilbijartinê dimeşînin

Hewlêr (Rûdaw) - Macron yan Le Pen, ev pirsa sereke ya rojaneya Fransiyan e. Her du namzetan jî ji bo roja Yekşemê dengên herî zêde bi dest bixin, bi hemû hêza xwe hewl dan.

Tora Medyayî ya Rûdawê ji herêma Montchu ya Parîsê ku navçeyeke pirçandî û pirneteweyî ye. Di tûra yekemîn de piraniya dengdêran tevlî hilbijartinê bûn û Jean-Luc Mélenchon dengê herî zêde bi dest xist ku namzetê partiya çep a radîkal e.

Derçûya Hunerênciwan Annola Jean Michel ya 23 salî alîgira Jean-Luc Mélenchon bû, diyar dike ku niha ji sindoqa hilbijartinê ya navbera Macron û Le Pen re dê dengê spî bavêje. Annola anî ziman, “Yekşemê dengê spî didim, ji ber ku ez naxwazim deng bidim herdûyan jî, ji ber ku ez hez ji her dû berbijêran jî nakim. Hemû dibêjin deng bidin Macron, bila Le Pen nebe lê bawer nakim Le Pen bibe. Bi her hal, ez hez ji wê jinê nakim, ev çend sal in desthilata Macron hebû, ne baş bû, ji ber vê yekê hez nakim deng bidim wî jî.”

Di tûra yekemîn a hilbijartinên Serokkomariya Fransayê de, ji sedî 26ê kesên xwedî mafê hilbijartinê ne, tevlî hilbijartinan nebûn. Di tûra duyemîn de gelek kesên wek Annola hene ku naxwazin vî mafî bi kar bînin.

Lêkolînera Civakî Paskal Francoise, wek gelek Fransiyên ku serê xwe spî kirine, ji serkeftina Le Pen û têkçûna Macron ditirse, got, “Ez ê dengê xwe bidim Macron, ji ber ku ez ji dîktatorî, faşîzm û jidestdana azadiyê ditirsim.”

Weke her car, pirsa Îslamê û rewşa misilmanên Fransayê yek ji mijarên germ ên kampanyaya hilbijartinê ye. Niha piraniya Misilmanên ku piştgiriya Mélenchon dikin, bûne alîgirên Macron.

Kebaniya Malê Lilia Wergemin yek ji wan misilmanane ku naxwaze Le Pen bi ser keve û dibêje, “Belê, ezê deng bidim Macron, tenê li dijî Marin Le Pen, nayê qebûlkirin ku sernuxmandin û hicabê qedexe dike. Ji ber ku em Frensî ne, nikare wî karî bike, ji ber vê yekê di baweriyê wê de çiqas bê serpoş ciwan be, weha jineke serpoş jî divê ciwan be.”

Dikandarê bi navê Kerîm Saleem jî got, "Ez di wê baweriyê de me ku cihê misilmanan bi berdewamî li Fransa hebûye û li vir bûn. Bernameya ku dixwazin serporşiyê qedexe bikin, ew qet nikarin cîbicî bikin. Derbarê siyaseta Macron, gelekî baştire ji bo biyanî û misilamanan."

Hilbijartin ji bilî Fransayê ji bo Yekîtiya Ewropayê jî girîng û diyarker e. Di bûyereke bêhempa de rayedarên Almanya, Îspanya û Portekîzê li dijî Le Pen piştgiriya xwe ya ji bo Macron anîn ziman.