Myle Caggins: DAIŞ hêj metirsiyeke mezin e

23-04-2022
RÛDAW
Myle Caggins dibêje êrîşa DAIŞê li ser girtîgeha Xiwêran hişyariyeke ji cîhanê re bû
Myle Caggins dibêje êrîşa DAIŞê li ser girtîgeha Xiwêran hişyariyeke ji cîhanê re bû
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Berê yê Hevpeymaniya Navdewletî Myles Caggins ragihand ku heya niha DAIŞ metirsiyeke mezine û êrîşa DAIŞê li dijî girtîgeha Xiwêran a Hesekê ji bo tevahiya cîhanê zengelekî metirsîdar bû. Caggins herwiha got, 10 hezar çekdarên girtî yên DAIŞê barekî girtane li ser milê HSDê.

Berdevkê Berê yê Hevpeymaniya Navdewletî û şarezayê serbazî general Myles Caggins ji Rûdawê re ragihand ku DAIŞ hê jî metirsiyek e û wan dengê wan bihîst ku ew plan dikin di dawiya meha Remezanê de êrîşên xwe zêde bikin, ew jî ji ber ku bala cîhanê li ser Ukraynayê ye.

Myles Caggins bal kişand li ser hevkariya Amerîkayê ya ligel hêzên Kurdan û got: “Kongiresa Amerîka budceya salane ya welat destnîşan dike ku têde bi sedan milyon dolar ji bo alîkarîkirina Hêzên Sûriya Demokratîk û Hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê bo rûbirûbûna DAIŞê hatine terxankirin. Di nava alîkariyan de peydakirina çekan ji bo Hêzên Pêşmerge heye da ku karîna wê li hemberî DAIŞ'ê zêdetir be û her wiha bibe hêzeke nûjen a jêhatî. Derbarê qebareya pereyên ji bo rûbirûbûna DAIŞê hatine diyarkirin de, ew pere li gorî mezinahiya metirsiyan e û niha ji ber ku gefên DAIŞê kêmtir in, pereyên hatine veqetandin hinekî kêm bûne, lê ji Koşka Spî bigirin heta Pentagon û fermandarên me yên leşkerî hemû soz didin ku alîkariya hevalên me bikin da ku DAIŞê bi awayekî mayînde tune bikin.”

Derbarê êrişa DAIŞê ya li dijî girtîgeha Xiwêran a Hesekê de jî got: “ Êrişa DAIŞê ya li dijî girtîgeha Xiwêran a Hesekê ji bo tevahiya cîhanê zengekî metirsîdar bû ku bala xwe bide ser wan 10 hezar çekdarên girtî û bi erka giran a HSDê li pêşiya reva wan girtiyên DAIŞê fêm bike. Ji wan 10 hezar zîndanîyan 2 hezar çekdarên biyanî yên ji 50 welatên cîhanê ne û gelek giring e ku biryardarên wan welatan hevwelatiyên xwe werbigirin, da ku ew hevwelatîyên xwe dîsa bixin nava civakê yan jî bêne dadgehkirin. Ev tiştekî wiha ye ku divê zû were kirin, ji ber ku girtî li cihê ku DAIŞ'ê radîkalkirina mirovan didomîne û plan dikin ku dîsa dest deynin ser xakê, ev jî tiştekî wiha ye ku divê qet nebe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Krîza li Sudanê berdewam dike / Wêne: AA

Welatê ku lê krîza mirovî ya herî mezin heye hatiye jibîrkirin: Sûdan

Li Sûdanê ji ber pevçûnên ku 15 meh in di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Lezgîn (HPL) ên paramîlîter de dewam dikin krîza xelayê û ji cihê xwe kirinê ya herî mezin a dinyayê heye