Dorpêça Sûriyê li ser taxên Kurdan li Helebê berdewam e

Hewlêr (Rûdaw) - Qamişlo û Taxa Şêx Meqsûd li Helebê di navbera rêveberiya xweser û hikûmeta Sûriyê bûye krîzeke cidî. Heta niha li hev nekirine û negihiştine tu rêkeftinekê. Çend caran bi navbênkariya Rûsya hevdîtin pêk anîn û civiyan lê hîn jî li hev nekirine.

Tevî xavbûna aloziya di navbera hêzên hikûmeta Sûriyê û HSDê de li bajarê Qamişl, lê heta niha tu rêkeftina tekûz di navbera herdu aliyan de nehatiye kirin. Ev zanyarî Tora Medyayî ya Rûdawê ji çavkaniyeke agahdarî danûstandinên herdu aliyan bi navbênkariya Rûsyayê wergirtine.

Li gorî heman çavkaniyê, Rûsya ji dil dixwaze herdu alî rêkeftinê bikin, lê ji ber ku Fîrqeya 4 a artêşa Sûriyê ku Şêx Meqsûd dorpêç kiriye girêdayî Îranê ye heta niha bi erênî bersiva hewlên Rûsyayê nedaye.

Her derbarê rola Îranê de û zanyariyên ku behsa hewlên wê ji bo dirustkirina milîsan dikin. Nivîskar û lêkolêr Hisên Omar ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, Îran pêşhateyên cîhanî û navdewletî bikar tîne da ku rola xwe li navçeyê berfirehtir bike.

Nivîskar û Lêkoler  Hisên Omar got: “Di van demên dawiyê de dibe ku bandor û kontrola Rûsyayê li Sûriyê kêm bûye. Weke tê zanîn rêjima Sûriyê bi xwe lawaz e, lê eger Îran hêzêke derdora 5-6 ava bike dê zarere bide herêmê.”

Omer herwiha got, dorpêça li ser Şêx Meqsûd jî dibe ku girêdayî gavên Îranê li Sûriyê be

Li gorî zanyariyên ku Rûdawê bidest xistine, Rêveberiya Xweser daxwaz kiriye ku Fîrqeya 4 ji Helebê bê vekişandin ji ber ku ew aloziyan li bajêr derdixîne.

Piştî vê daxwaza Rêveberiya Xweser, cîvinek di navbera nûnerên hikûmeta Sûriyê û berpirsên Rûsyayê li binkeya Himêmîmê hatiye lidarxistin û tê de, berpirsên Rûsî gotine ku Fîrqeya 4 rikêf û nifûza Îranê li Helebê zêde dike.