PKK û Tirkiyê bîlançoya şerê Zap û Avaşîn eşkere kirin

23-04-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê çekdarî yê PKKê ye ragihand ku du li devera Zap û Avaşîn 29 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û 10 jî birîndar bûne. Ji aliyê din ve Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî ragihand ku di encama êrişên wan de 11 gerîlayên HPGê canê xwe ji dest dane.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) îro 23yê Nîsana 2022ê derbarê êrîşên artêşa Tirkiyê yên ser herêmên Metîna, Zap û Avaşînê de daxuyaniyek belav kir.

Li gor daxuyaniya HPGê li herêma Avaşîn û Zapê yên Başûrê Kurdistanê şereke dijwar rû da ye û di encama şer de 29 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û 10 leşkerên din jî birîndar bûne.

Di daxuyaniya HPGê de hate gotin ku derb li 3 helîkopteran xistine û yek dron jî xistine xwarê.

Herwiha HPG dibêje di şer û pevçûnên duh de ti gerîlayên wan canê xwe ji dest nedane.

Tirkiyê canjidestana 11 gerîlayan ragihand

Ji aliyê din ve Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî ragihand ku di şerê li  Zap û Avaşîn de heta  niha 54 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî li ser hesabê xwe yê medya civakî wêneyên operasyonên li herêmên Metîna, Zap û Avaşîn weşandin û dibêjin di encama êrişên îro de 11 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane.

HPGê nasmeya 3 gerîlayn eşker kir

Herwiha Navenda Ragihandinê ya HPGê nasnameya 3 gerîlayên li Zapê canê xwe ji dest dane eşkere kir.

Nasnameya gerîlayan:

Gulistan Habeş a xelka Serê Kaniyê bi nasnavê Zîlan Rustem (Zap / 18ê Nîsana 2022)

Fatma Tetik a xelkê Şirnexê bi nasnavê Mizgîn Botan (Zap / 18ê Nîsana 2022)

Ekber Abdullah Omer ê xelkê Salmasê bi nasnavê Rojgirav Laşer (Zap / 18ê Nîsana 2022)

Artêşa Tirkiyê ji 18ê Nîsanê ve operasyoneke nû bi navê Operasyona Pence-Kilîl li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê daye destpêkirin. Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihandiye, operasyon li Zap, Metîna, Avaşîn-Basyan birêve diçe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst