PDK-Bakur: Rêveberiya Xweser piştgiriya êrişên ser ENKSê dike

23-04-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Demokarat a Kurdistanê li Bakur (PDK-Bakur) ragihand ku êrîşên li ser ofîs û baregehên partî û rêxistinên Kurdî yên ser bi ENKSê ve li Rojavayê Kurdistanê û şewitandina wan ofîsan nayê qebûlkirin. PDK-Bakur herwiha dibêje: “Rêveberiya Xweser yek êrîşkar bi tenê jî dernexistiye pêş dadgehê û berpirsyariya xwe bi cî neanî ye û ev yek jî nîşan dide ku ew bixwe jî piştgirên wan çalakiya ne.”

Di çend rojên dawî de êrîşên li ser ofîsên Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) û partiyên ser bi vê encûmenê ve li bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê zêde bûne û hejmarek ofîsên ENKSê, Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriye (PDK-S) û Partiya Yekîtiya Kurdistanî-Sûriye (PYKS) li Dêrik, Heseke û Kobanî rastî êrîşan hatin û hatin şewitandin.

PDK-Bakur di daxuyaniyeke nivîskî de weke ber birsyar rêvebiriya Rojavayê Kurdistanê nîşan da û ragihand: “Piştî êrîşên serbazî ên dewleta Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê ku bi hinceta hebûna PKKê têne kirin, li Rojavayê Kurdistanê milîsên girêdayî PYDê agir berdan ofîsên ENKSê û êrîş birin ser endamên wan.

Her çiqasî ‘Rêveberiya Xweser’ bibêje ku tu pêwendiya wan bi êrîşan nîne jî,  lê ji herkesî re diyare ku ew milîsên êrîşkar li ser heman rêbaza siyasî ne. Bi heman rengî, heta roja îro hêza desthilatdar a Rojavayê Kurdistanê ku ew jî “Rêveberiya Xweser” e, yek êrîşkar bi tenê jî dernexistiye pêş dadgehê û berpirsyariya xwe bi cî neanî ye û ev yek jî nîşan dide ku ew bixwe jî piştgirên wan çalakiya ne.”

PDK-Bakur şewitandina ofîsan weke ziyanê dide berjewendiyên Kurdan pênase dike û dibêje: “Ev çalakiyên tûndrew ên ku ev rêbaza siyasî li hemberî tevgereke siyasî dike nayêne qebûlkirin û bi taybetî jî di demekê de ku ev rêbaz bi şev û roj behsa Yekîtiya Netewî dike. Ev helwest, ziyanê dide berjewendiyên niştimanî ên Kurdistanê.”

Herwiha PDK-Bakur banga Rêveberiya Xweser dike û dibêje: “Partiya me PDK-Bakur, ji Rêveberiya Xweser dixwaze ku wan êrîşan rawestîne û berpirsên wan darizîne. Bi heman rengî partiya me bibîr dixe ku bêyî lihevkirina ENKS û PYNKê mafên netewî nayêne misogerkirin û ji bo vê jî hewl û keda pêwîst ji herdû aliyan dixwaze.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst