Li Şêladizê ji ber operasyona Tirkiyê gundî ji dahata giyayên biharê bêpar man

23-04-2022
Heyder Doskî
Li Şêladizê ji ber operasyona Tirkiyê gundî ji dahata giyayên biharê bêpar man
Li Şêladizê ji ber operasyona Tirkiyê gundî ji dahata giyayên biharê bêpar man
Nîşan Şêladizê Operasyona Pence-Kilîl Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Xelkê nahyeya Şêladizê ya ser bi rêveberiya serbixwe ya Zaxoyê ji ber operasyona Tirkiyê nikarin biçin çiyayan û giyayên ku pê debara xwe dikin berhev bikin.

Îbrahîm ê 23 salî yê ku xelkê Şêladizê ye û bi şeş hevalên xwe re di destpêka biharan de serê sibehê diçin deverên çiyayî yên sînorî da ku hinek cureyên giyayan berhev bikin û li bazaran bifiroşin lê ji ber operasyona Tirkiyê ya li dijî PKKê li Herêma Kurdistanê karê wan zehmet bûye.

Îbrahîm Elî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, "Metirsî li ser jiyana me li vir heye lê xeterî li ser herêma me zêdetir e û em nikarin biçine wir."

Xeteriya bombebarana Artêşa Tirkiyê şêniyên herêmê ji dahata giyayan mehrûm kiriye û vê yekê jî nirxê giyayan ji sedî 300 bilind kiriye.

Ji firoşkarên giyayên biharê Umêd Haşim got, "Roj nîne ku herêm neyê bombebarankirin û mirov ditirsin ku biçin wan herêman û venegerin. Ji sala par heta niha 400 heta 500 kîlo kivark dihatin ji me re lê îsal me tenê 60 kîlo stendin."

Li sînorê parêzgeha Duhokê û li rêveberiya serbixwe ya Zaxoyê sedan kesan bi berhemên biharê debara xwe dikirin lê operasyona Tirkiyê ya li ser herêmê bandor li jiyana xelkê deverê kiriye.

Xemê Xazim ev 25 sal in giyayên biharê li sûkê difiroşe, kirêdarek e û ji bo debara xwe û mesrefên malê, xwe dispêre berhemên giyayan lê îsal ti dahateke wî ya baş nîne û nikare debara xwe bike.

Firoşkarê giyayên biharê Xemê Xazim ji Rûdawê re axivî û got, "Em newêrin biçin deverên sînorî. Dengê çek û topan bi berdewamî tê. Nahêlin em herin wan deveran û dibêjin dûr bikevin. Sala borî em diçûn lê îsal rewş dijwartir e û em nikarin biçin herêmên çiyayî."

Sekreterê Encumena Parêzgeha Duhokê Rizgar Nêrweyî got, "Topbaran û bombebarana berdewam a Artêşa Tirkiyê bandoreke mezin li ser herêmê û jiyana welatiyan kiriye. Rêjeya bêkariyê li herêmê zêde bûye. Gel sala borî diçûn herêmên çiyayî, ji ber ku çiya bi giyayên biharê pir dewlemend in û hin kes jî xwe dispêrin wan."

Hat diyarkirin kesên ku cureyên giyayên biharê difiroşin, berê miqdareke mezin a giyayên biharê dianîn ji herêmên çiyayî lê îsal tenê di navbera 300 û 500 kîloyî de tînin.

Ji ber operasyonên Tirkiyê 385 gund hatin valakirin û ji sedî 33ê axa parêzgehê bûye cihên qedexekirî û di nava 4 salên dawî de ji ber bombebaranên Tirkiyê 34 sivîlan canê xwe ji dest dane, 11 jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst