Karaloglu: Proseya zindîkirina Sûrên Amedê berdewam e

Hewlêr (Rûdaw) - Proseya nûjenkirina dîwarên Sûrê berdewam e û Parêzgarê Amedê jî dibêje, ew hewl didin ew mîrata dîrokî ya Amedê bê zindîkirin.

Li navçeya Sûra Ameda Bakurê Kurdistanê proseya nûjenkirina dîwarên Sûrê ev 7 meh in berdewam e.

Parêzgarê Amedê Munîr Karaloglu jî seredana Sûra Amedê kir û diyar kir, proseya paqijkirin û nûjenkirina dîwarên Sûrê berdewam e û heya niha çend ton gilêş ji nava dîwaran hatiye derxistin.

Munîr Karaloglu di kongreyeke rojnamevanî de li Sûrê, amaje bi dîroka bajarê Amedê kir û got, “Em niha li cîheke girîng in ku 12 hezar û 500 sal e, çendîn şaristanî lê dijîn. Diyarbekir, ji Urartuyan heya Asûriyan, ji Medan heya Persan, ji Romayê heya Bîzansê, ji Emewiyan heya Ebasiyan, ji Merwaniyan heya Eyûbiyan, heya Artuqiyan, Selçûqiyan û Osmaniyan warê 33 şaristaniyan bûye.”

Parêzgarê Amedê behsa hevdîtinên xwe yên li Enqerê jî kir derbarê karûbarên li Sûrên Amedê û got, “Duh ez li Enqerê bûm û li gel Wezîrê Çandê, cîgirê wî û rêveberên giştî yên mûzexaneyan, di derbarê karûbarên me yên kolandinê li Sûra Amedê û her wiha karûbarên nûjenkirinê de me civînekî girîng encam da.”

Munîr Karaloglu got jî, “Her weke ku hûn hemû jî dizanin, pêvajoya zindîkirina Sûrên Amedê berdewam e. Di van 7-8 mehên dawiyê de me gelek karên girîng encam dane.”