Balyozê Brîtanyayê: Êrişên li Kurdistanê nayên qebûlkirin

23-04-2021
RÛDAW
Nîşan Stephen Hickey Balyozê Brîtanyayê Hewlêr Bexda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balyozê Brîtanyayê yê li Iraqê, kongreyeke rojnamevanî bo hejmareke rojnamevanên Başûrê Kurdistanê saz kir û behsa armanca serdana xwe ya bo Herêma Kurdistanê kir û li ser pirsa peyamnêrê Rûdawê derbarê êrişên li ser Hewlêrê ragihand, “Ew êrişên ku li Kurdistanê rû dane bi ti şêweyekî nayên qebûlkirin.”

Balyozê Brîtanyayê yê li Iraqê Stephen Hickey ji Rûdawê re ragihand, hikûmeta Brîtanya û hemû hikûmetên seranserê cîhanê bi tundî ew êrişên li ser Hewlêrê şermezar kirin û derbarê rola Hevpeymaniya Navdewletî jî got, “Hevpeymaniya Navdewletî li ser daxwaza hikûmeta Iraqê li vir e. Em ji bo hevkariya hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê li dijî DAIŞê li vê derê ne. Ez şanaziyê bi wê karkirina li gel hev dikim ku di navbera Hevpeymaniya Navdewletî, Pêşmerge û hêzên emnî yên Iraqê de heye.”

Balyozê Brîtanyayê diyar kir ku “gelek girîng” e ew bihevrekarkirin berdewa bike, ew jî ji ber metirsiya DAIŞê ku li navçeyê heye û got, “Ez ji hêrsbûna xelkê Hewlêrê li beramber wan êrişan têdigihijim û Hevpeymaniya Navdewletî dixwaze gelek ji nêzîk ve kar li gel Hewlêr û Bexdayê bike ku ew êriş rawestin û bikêr jî cezayê xwe bibînin.”

Stephen Hickey dibêje, li ser vê mijarê “Ez beşdarî gelek civînan bûme li gel wezîrên hikûmetên Bexda û Hewlêrê. Em wek Brîtanya pabend in bi cezakirina wan encamderên wan êrişan û rêgirîkirina li dûbarebûna wan di pêşerojê de. Ti caran ne cihê qebûlkirinê ne rû bidin û pêwîst em yekgirtî bin ku rêgiriyê lê bikin.”

Balyozê Brîtanyayê yê li Iraqê, roja Çarşemê li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiya û li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, serhildana DAIŞê û metirsiyên bo ser seqamgiriya Iraqê hatin gotûbêjkirin.

Di civînê de Nêçîrvan Barzanî pesnê rola Hevpeyaniya Navdewletî da ji bo piştevanîkirina Iraq û Herêma Kurdistanê di şerê dijî terorê de û tekezî li ser jinavbirina DAIŞê bi yekcarî, pêwîstiya hemahengî û hevkariya di navbera Hewlêr û Bexdayê kir li gel Hevpeymanan.

Serokê Herêma Kurdistanê tekezî li ser wê yekê jî kir ku “piştî wan hemû salan dema wê hatiye nêrîneke hevbeş ya aliyên Iraqiyan ya ji bo baştirkirina rewşa jiyan û guzeraniya welatiyên Iraqê bi giştî bê guftûgo kirin û ji bo vê mebestê aliyên Iraqî amadekariyê bikin.”

Balyozê Brîtanyayê bersiva çend pirsên din jî da û li gor wî, yek ji wan astengiyên di dema karkirinê de li Iraqê wek dîplomat û siyasetmedar têne ber kesekî, “aloziya rewşê” ye û got, aloziya pirsgirêka navçeyên nakok jî karê civaka navdewletî zehmet dike.

Stephen Hickey ragihand, “Em pêşwazî li wan karan dikin ku Netewên Yekgirtî (NY) û Jeanine Plasschaert (Nûnera NYê ya Iraqê) li navçeyên nakok kirine. Bi dîtina min pêşveçûneke baş li pişt perdeyan hatiye kirin ku xelkê nedîtiye. Çi derbarê Şingalê de be û çi ew karê ku derbarê Kerkûkê de destpê kiriye. Lê ez hevra me, ku Encûmena Asayişê bi diyarkirî û welatên endam ên wek, Brîtanya, pêwîst e piştevaniyê bo karê NYê li vê derê zêde dikin.”

Bi baweriya Balyozê Brîtanyayê, eger hemû alî kar tenê bo NYê bihêlin, “li gel ku karê xwe heta niha gelek bi başî encam daye, wê demê wek pêwîst baş nabe. Lewma hevnêrîn im ku divê em karên zêdetir bikin. Em jî wek Brîtanya, plana me wisa ye ku di çend mehên bê de karên zêdetir bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst