Li Sêrtê zarokek ji zinar ket û canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Dihê ya Sêrta Bakurê Kurdistanê, zarokekî 12 salî ji zinar ket xwarê û canê xwe ji dest da.

Li navçeya Dihê, Bariş Aksu ku ji bo komkirina çîçekan hilda cihên çiyayî, lê ji zinar dikeve xwarê û birîndar dibe.

Piştî ku şivanên li deverê, tîmên hawarçûna bilez ên bijîşkî, ji bûyerê agahdar dike, tîmeke bijîşkî diçe cihê bûyerê û piştî midexaleya yekemîn, wî bo Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê vediguhezin.

Lê Bariş Aksu li nexweşxaneyê tevî hemû midexaleyan ji mirinê rizgar nebû.