Galeriya wêneyan

23-04-2019
15 Photos
RÛDAW

Meha yekem a biharê li Başûrê Kurdistanê bi dawî hatiye û meha duyem dest pê kiriye, lê belê hêj li çend navçeyên Başûrê Kurdistanê berf dibare.

Demsala zivistanê û herwiha bihara îsal li Başûrê Kurdistanê cudatir ji çend salên berê derbas bû û rêjeyeke zêde ya berf û baranê li piraniya navçeyan barî. Barîna baranê bi qasekî zêde bû ku li gellek cihan bilindtirîn ast tomar kir û bendavên li Herêma Kurdistanê jî tijî bûn û ava wan bendavan serrêj bû.