Mesrûr Barzanî: Divê derfet bo asayîkirina rewşa herêmên Kurdistanî bêne afirandin

23-04-2019
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî William Roebuck Kurdistan Iraq Amerîka DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku pêwîst e bilez derfetên lazim bo normalkirina rewşa deverên Kurdistanî yên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê werin afirandin.

 

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê Îro Sêşemê (23.04.2019) pêşwazî li Cîgirê Nunerê Taybet ê Serokê Amerîkayê yê bo Karûbarên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DIŞIê William Roebuck û şandeke pê re kir.

 

Di civînê de ku Konsulusê Giştî yê Amerîkayê yê li Hewlêrê jî têde beşdar bû, behsa pêşhatên dawî yên Ii Iraq, Kurdistan û deverê de û herwiha şerê dijî DIŞIê hate kirin.

 

Mesrûr Barzanî nêrînên xwe yên li ser berdewamiya liv û tevgerên DAIŞê li hin deverên Iraqê diyar kir û tekez li ser girîngiya çarserkirina rewşa deverên Kurdistanî yên li dervey îdareya Herêma Krudistanê kir û ragihand ku pêwîst e ku bilez derfetên lazim bo normalkirina rewşa wan deveran werin afirandin.

 

Di berdewamiya civînê de Mesrûr Barzanî hebsa rewşa têkiliyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir û anî ziman ku “rewşa baş” dibe hevkar bo avêtina pêngavên pêwîst ên bo çareserkirina tevahiya kêşeyên mayîn ên ku bandora wan li ser aramiyê dibe.

 

Di beramber de Cîgirê Nunerê Taybet ê Serokê Amerîkayê yê bo Karûbarên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DIŞIê William Roebuck piştîwaniya Amerîkayê bo Hêzên pêşmerge diyar kir û anî ziman ku hemahengiya navbera Hêzên Pêşmerge û hevpeymaniya cîhanî dibe sedem ku pêşiya liv û tevgerên DAIŞê were girtin.

 

Herwiha di heman civînê de behsa giftûgoyên di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevanî ya Iraqê û qonaxên şerê dijî DAIŞê li Sûriyê hate kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst