Kurdînas Mûtlû Can: Divê medyaya Kurdî zêdetir cih bide Zazakî

Amed (Rûdaw) – Kurdînas û rojnamegerê Kurd Mûtlû Can bi boneya 22yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî rewşa ragihandina zaravê Kurdî Kirmanckî(Kirdkî/Zazakî/Dimilkî) ji Rûdawê re nirxand.

 

Digel ku Can li Zanîngeha Artûklû ya Mêrdînê li ser Kurdnasiyê lîsansa bilind jî qedandiye, heta niha nehatiye tayînkirin. Li ser vê yekê di 21ê Adara 2016an de di vebûna yekane televîzyona zaravê Kirmanckî Jiyan TV de cih digire û bernameyeke serkeftî di vê televîzyonê de pêşkêş dike. Lê belê di dawiya mehaTîrmeha heman salê de di çarçoveya rewşa awarte OHALê de ev yekane kanala Kirmanckî tê girtin.

 

Kurdînas û rojnamegerê Kurd Mûtlû Can bi giştî rewşa ragihandina Kurdî û bi taybetî rewşa ragihandina zaravê Kirmanckî ji Rûdawê re nirxand û daxwaz kir ku di serî de Rûdaw hemû ragihandina Kurdî ya dîtbarî hîn zêdetir cih bide zaravê Kirmanckî.

 

Herwiha Can, rewşa weşangerî û ragihandina Kurdî bi rewşa zimanê Kurdî ve, rewşa zimanê Kurdî jî bi çareseriya meserleya Kurd û bêsitatûbûna netewa Kurd ve girê da.

 

Me tevahiya axaftin û nirxandina rojnamegerê Kirmanc, ji bo xwênerên Rûdawê ji zaravê Kirmanckiya delal wergerand Kurmancî. Nirxandina Mûtlû Can li ser ragihandina Kurdî wiha ye:

 

“Bi boneya vê roja Roja Rojnamegeriya Kurdî di serdî de ji Mîqdat Bedirxan û Ebdûrehman Birayan bigire heta îro kê ked daye rojnamegerî û weşangeriya Kurdî hemûyan bi rêzdarî bi bîr tînim.

 

Roja 22yê Nîsanê ne rojeke ji rêzê ye, rojeke watedar û girîng e di dîroka Kurdan de. Em vê rojê wekî Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz dikin.

 

Em dema şertên hingê dinêrin, dibînîn ku rêveberiya Osmaniyan zext û zordarî li Kurdan dikir. Lewma Mîqdat Bedirxan neçar ma li Qahîre ya Misrê Rojnameya Kurdistan derbixe.

 

Li gorî şert û mercên hingê yên cîhanê û li gor şertên roja me ya îroyîn her çend doza Kurd û şertên dinyayê yên îroyîn guherîbe jî lê belê heyf û mixabin ku di rewşa rojnamegeriya Kurdî de pir pêşketin û guhertin çênebûne.

 

Em dinêrin ku ev ziman zimanê Kurdî ji ber xwediyê sitatûyek nîne, ji ber ne zimanê Kurdî ne zimanê perwerdeyê ye, wekî di her alî û warek de di warê rojnamegeriyê de jî rojnamegeriya Kurdî negihiştiye cihê ku heq dike.

 

Bêguman sedem û hokarên vê yekê gellek in, lê belê di dawiya dawîn mesele tê li ser bêstatûya Kurdan radiweste. Bêguman em dizanin di van salên dawîn de pêşkeftin çêbûn, lê belê ev yek jî ji bo rizgariya Kurdî têr nake. Lewra rojnamegerî û ragihandina Kurdî jî di bin şert û mercên neyînî yên Kurdî de maye.

 

Bifikirin tenê li Bakurê Kurdistn û Tirkiyê zêdetirî 20 mîlyon Kurd dijîn. Amedê bidin ber çavên xwe, gelo çend kes hene ku dikarin bi Kurdî bixwînin û binivîsînin? Dema di nav miletekî de xwenda û nivîskarên wî kêm bin, bêguman dê karûbarên weşangerî, rojnamegerî, çap û çapemeniya wî miletî jî kiz û lawaz bimîne.

 

Bêguman ev mesele jî rasterast girêdayî mesele û doza Kurdan e. Heta ku meseleya Kurd çareser nebe, em nikarin qala rizgarî û felata zimanê Kurdî jî bikin, em nikarin siberoja Kurdî bi awayekî mayînde biçespînin.

 

Hikûmeta Tirkiyê di salên borî de di polîtîkaya xwe ya fermî de hinek guhertin çêkiribû. Di çarçoveya vê polîtîkayê de çend gavên kiryarî jî avêtin. Di zanîngehan Beşa Edebiyata Kurdan vekirin, ev gaveke erênî bû. Lê belê ew encama ku dihat payîn ji vê gavê derneket. 3-4 hezar xwendekar ev beşa qedandin.

 

Niha di 8 zanîngehan de ev beş heye. Hingê rayedarên hikûmeta Tirkiyê anîn zimên ku bi vê yekê çend serfiraz û serbilind bûne. Lê belê ji van 8 beşên Kurdnasiyê ti encamek bi dest neket. Ne 8 zanîngehan bila di 28 zanîngehan de ev beşana bên vekirin. Ger derçûyên van beşana neyên tayînkirin, çi wateya van beşan dimîne? Ji bo Kurdî pere bike, divê bibê deriyê dahatê.

 

Ez mînanekek bi we re parve bikim. Hevalên me yên weşanger hene, dibêjin ku dema ku nû beşên Kurdî vebûbûn û êdî welatiyan siberoja xwe di wir de didîtin çapkirin û firotina pirtûkan pir baş bû. Sûda wê yekê pir gihêşt me jî. Ev hemû bi hev ve girêdayî ne.

 

Ger di warê meseleya Kurdî de çareserî pêk neyê û îradeyeke cidî dernekeve holê, hingê ev gavên erênî yên çêdibin jî nabin mayînde dibin demkî. Ne çareseriyeke mayînde ye, bandora wê rojane û demkî be. Encama dawîn girêdayî çareseriya meseleya Kurdan e.

 

Vebûna televîzyona Jiyan ji bo Kurdên Kirmanc(Zaza/Dimil/Kird) wure û moralekî gellek mezin bû. Di nav gel de jî me didît ku ji vebûna Jiyan TVyê gellek xweşhal in. Kurdên Kirmanc di nav Kurdan de xwediyê televîzyonek taybet Kirmanckî nebûn. Bi Jiyan Tvyê re Kirmanc jî bûbûn xwediyê vê derfetê. Ez bi xwe jî tê de pêşkêşvan û xebatkar bûm. Jiyan TV pirojeyekê gellek hêja bû. Jixwe hêl û xeta weşana me ne li ser siyasetê bû, me zêdetir pêşkeftina çand û zimên dabû ber xwe. Digel vê hesasiyeta me jî piştî hewla kodetaya 15ê Tîrmehê rewşa awarte hat ragihandin û televîzyona me Jiyan TV jî bîleseve hat girtin.

 

Bi vebûna Jiyan TV re Kirmancan di malên xwe de bernameyên Kirmanckî temaşe dikirin û êdî hê zêdetir bi hev re Kirmanckî diaxivîn. Carna hevniştiman ji me dipirsin, cardin kengê televîzyona Kirmanckî tê vekirin. Mirov xemgîn dibe. Bi rastî daxwaz heye. Şert û mercên heyî, eyan pir xweş nexûye jî ez bawer dikim dê dem û dewran biguhere û vekirina televîzyoneke Kirmanckî bikeve rojevê û dîsa dest bi weşana vî zaravayê Kurdî bike.

 

Yek daxwaz û pêşniyareke min ji Rûdawê û ji hemû ragihandina dîtbarî ya Kurdî heye ku cîh bidin zaravayê Kurdî Kirmanckî. Ji ber ku niha televîzyonek taybet bi zaravê Kirmanckî tune ye. Ev yek hem pêdivî ye, hem erk e, hem jî dê xwediyê bandoreke pir erênî be. Hûn dizanin derdên me gellek in. Niha derdorekê derketine û Kurdbûna Kirmancan/Zazayan înkar dikin û dibêjin ku Kirmanckî ne zaravayê Kurdî ye. Medya û ragihandin û çapemeniya Kurdî bi cihdayîn zaravê Kirmanckî dikare rê li ber van piropangandeyên sexte jî bigire.”