Li Rihayê pêşangeha şahiyan tê lidarxistin

Riha (Rûdaw) - Li bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê, ligel hatina sezona şahiyan, bi serpereştiya operatorên turîzmê Yekemîn Fûara Şahiyan bi dîmenên rengo-rengo dest pê kir.

Li Rihayê ji bo kesên ku biryara jiyana hevseriyê dane û bo zewacê amadekariyan dikin, îsal Yekem Fûara Şahiyan dest pê kir. Şahiya ku li ser Cadeya Demokrasiyê dest pê kir, ji aliye karmendên otêlê ve bûk û zava li faytonê hatin siwarkirin.

Piştre bi armanca jiyandina kevneşopî û dab û nerîtên qedîm ên şahiyan, cihêzê bûkê li ser pişta kere hat veguhestin. Welatiyan bi van dîmenên rengo-rengo demên xweş derbas kirin û li ber denge dahol û zirnê li derdora faytona bûk û zavê govend girêdan.

Şahiya ku li Gola Masiyan a cihê turîstîk bidawî bû, piştre jî li salona otêlê pêşangeh cil û kel û pelên şahiyê hat vekirin. Pêşangeh ji aliye Hevjîna Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Sema Çiftçi ve hat vekirin û cil û bergên bûk û zava, modelên porê û paste hatin pêşandan.

Operatora Turîzmê û Rêkxera Fûarê Sibel Oduncu da zanîn ku armanca wan e ji kesên dê jiyana hevseriyê pêk bînin re dabû nerîtên kevin bidin jiyandin û çend rojên xweş derbas bikin.

Sibel Oduncu wiha got: "Me Yekemîn Fûara xwe ya Şahiyan saz kir. Armanca me ewe ku vê fûra berfireh bikin û her sal vekin. Em gelekî spasiya beşdarvanan dikin. Di vê fûarê de ku hemû tiştekî şahiyan tên dîtin, em li bendê ne welatî zêdetir beşdar bibin."

Fûara ku doh hat vekirin dê heta roja Duşembê berdewam bike û ji saet 11 heta 7ê êvarê ji hemû kesekî re vekirî ye, bi taybetî yên ku jiyana hevseriyê pêk anîne û yên ku dixwazin pêk bînin. Herwiha yek ji armanca vê fûarê jî vejandina sektora turîzmê ye.