Li Ormiyê Kurd û Azerî ketine rikberiyê

Ormiye (Rûdaw) - Bangeşeya hilbijartinan di bazneya bajarê Ormiyê de, bi berhevdan ligel bajarên din yên Rojhilatê Kurdistanê gerimtir e.

 

Di qonaxa yekem ya hilbijartinên gerra 10mîn ya parlamentoya Îranê de, ji 3 kursiyên wî bajarî, tenê çarenivîsa kursiyekê yekalî bibû. Parlamenterê ku bi dengê Azeriyên tundrew tê zanîn, dengê yekem bidest xist û di qonaxa yekem de serket.

 

Di qonaxa duyem de jî ku roja Îna heftiya bê birêve diçe, li bajarê Ormiyê 4 kandîd ku 2 kurd û 2 jî azerî ne, hevrikiyê li ser 2 korsyên mayî dikin.

 

Li bajarê Ormiyê û gundên derdora wê, ji bilî Kurdan, pêkhateya Azerî jî akincî ne. Çalakvanên Kurd dibêjin, hem hikûmeta Paşatî û hem jî piştî bidestihlat gihîştina Komara Îslamî, weke hewlekê ji bo guhertina rûyê Kurdistanîbûna Ormiyê, ji navçeyên din ve xelkê Azerî anîne wan navçeyên Kurdan.

 

Herweha Kurd di rêveberiya bajar de hatiye perawêzxistin, hejmara berpirsên siyasî, îdarî û serbazî yên Kurdên Urmiyê, bi tilî hejmar in û hejmara herî zêde ya berpirsan Azerî ne.

 

Tenê berpirsatiya ku xelk bikare di destnîşankirinê de rol hebe, nûneratiya Parlamentoyê ye.  Lewra di hilbjartinan de herçend kandîdên Kurd ji fîltera Şoraya Nîgehban derbas bûne, lê xelkê Kurd û bi taybetî çalakvanên bajar hewl didin kandîdên Kurd serbikevin.

 

Ji bo hilbjartinên roja 29ê nîsanê, 2 kandîdên Kurd bi navên Hakim Memekan û Mecîd Dodkanlo Mîlan, hevrikiya her 2 kandîdên Azerî dikin.

 

Çalakvanên Kurd daxwaz dikin ku her 2 kandîdên Kurd bi yekgirtî û yekdeng daxwazê ji alîgir û dengderên xwe bikin, ku deng bidin her 2 kandîdan, daku ji bo cara yekemîn di dîroka Parlamentoya Îranê de, ji 3 kursiyên Urmiyê, 2 ji bo Kurdan bin. Hevdem reformxwaz û alîgirên Hikûmetê jî di lîsta xwe ya taybet de daxwaz kirine ku xelk deng bidin kandîdekî Kurd û yekî Azerî.

 

Her 2 kandîdên Kurdên  Urmiyê bi cilûberg û drûşmên netewî, hewl didin di roja hilbjartinan de hesta xelkê bibizvînin û di berjewendiya xwe de wan bikşînin ser sindûqên dengdanê.

 

Ew 2 kandîdên Kurd di bangeşeyên xwe de, piranî amaje bi pêwsîtiya guhertina nerîna berpirsan li hember navçeya Ormiyê, dadperwerî, cîbicîkirin û pêrewkirina yasayê dikin û dibêjin, hebûna parlamenterên Kurd, ji bilî warê siyasî û netewî, dikare ji bo terxankirina budce û projeyan, ji navçeyên kurdan re ku heya niha hatine perawêzxistin jî baş be.