Ocalan razî ye Barzanî bibe serokê kongreya neteweyî
Hewlêr (Rûdaw)- Rojnameya Kurdên Diyasporayê, Rûdaw, bi mijarên germ û balkêş wê sibê li ber destê xwendevanên Kurd li seranserê Ewropayê be.
Di hejmara 246an a çapa Ewropa ya Rûdawê de, kesayetê xwedî pêwendiyên xurt ligel Ocalan, Mihemed Emîn Pêncwênî di hevpeyvîneke taybet a Rûdawê de behsa hewlên nêzîkkirina PDK û PKKê dike.
Pêncwînî derbarê hewlên xwe de zanyariyên balkêş û nû aşkere dike, ew li ser navê Ocalan dibêje ku bila serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bibe serokê Kongreya Neteweyî û Leyla Zana jî bibe cîgira wî.
Herwiha serrawêjkarê aborî yê serokwezîrê Tirkiyê Yigit Bulut ji Rûdawê re diaxfie û dibêje ku Herêma Kurdistanê dikare bibe welatekî ji Îsraîlê xurttir
Çapa Ewropa ya Rûdawê herwiha wek her hefte cihekî taybet dide nivîskarên xwe û tê de Ako Mihemed “Dewleta Kurdistanê û dirustkirina hevkêşiyê di navçeyê de” dixe rojevê, Selahattin Çelik “Rojeva bê bername” şirove dike, Jan Dost jî dibêje “Marquez ne Kurd bû!” û Prof. Dr. Dr. Ilhan Kizilhan dinvîsîne ku “Xulamtî an jî Mîrantî: Heyraniya desthilatdaran” e.
Ev mijar û çend mijarên din ên di rojeva Kurdên li seranserê dinyayê de di hejmara vê heftiyê ya Rûdawa Ewropa de cih digirin.