Almanya - Li pîrozbahiya Newrozê kesek hat kuştin

23-03-2025
RÛDAW
Cihê bûyerê /Wêne: DPA
Cihê bûyerê /Wêne: DPA
Nîşan Almanya Parsberg Newroz Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Parsbergê yê Almanyayê di dema pîrozbahiya Newrozê de di êrişeke bi kêrê de kesekî canê xwe ji dest da.

Nûçegihanê Rûdawê Zinar Şîno da zanîn ku êrişkar hatiye desteserkirin.

Li bajarê Parsbergê yê herêma Bavyerayê îro şahiyeke Newrozê hat lidarxistin.

Li gorî rojnameye BILDê ya Almanyayê, nêzikî 800 kesî beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûne.

Her wiha BILDê da zanîn, 2 pismanên ku di navbera wan de dijminantî hebûyê di dema pîrozbahiyê de leqayî hev tên.

Yek ji wan kêreke 30 santîmetreyî ji ber xwe derdixe û li pismamê xwe dide û ew dikuje.

Hate zanîn ku êrişkar hatiye desteserkirin.

Li aliyê din, polîsan qada Newrozê dorpêç kiriye û ji ber ku ew wekî şahid tên hesibandin rê nade ku ti kes qadê derkeve.

Hate zanîn ku êrişkar hatiye desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst