Li Agiriyê teqîn: Kesekî canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bazîdê ya parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê di teqîneke li kargeha xurdeyan de kesekî canê xwe ji dest da.
Li taxa Huriyetê ya navçeya Bazîdê li kargeheke xurdeyan ji ber sedemeke nediyar teqîn çêbû.
Şirîkê kargehê Huseyîn K. di encama teqînê de bi giranî birîndar bû.
Li ser agahdarkirina karkerên kargehê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê Huseyîn K. bir Nexweşxaneya Dewletê ya Bazîdê lê nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.
Polîsan li ser bûyerê lêpirsîn da destpêkirin.