Namzedê DEM Partiyê yê Colemêrgê: Em dê hem hesab bipirsin hem xizmetê bikin
Hewlêr (Rûdaw) - Mehmet Siddik Akiş got, “Heke em hatin ser kar, em dê hesab ji wan kesan bipirsin ku bi pêşengiya qeyûm neheqî û zilm li gelê me kiriye.”
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 31ê Adarê hilbijartinên xwecihî tên kirin.
Namzedê DEM Partiyê yê Şaredariya Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş, li ser hilbijartinên xwecihî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.
Sala 2014an DBP (HDP, bi bin banê DBPyê de beşdarî hilbijartinên xwecihî bûbû) bi rêjeya ji 66,8an û sala 2019an jî HDP bi rêjeya ji sedî 59,97an li Colemêrgê bûbû partiya yekem.
Li her du serdeman jî hikûmetê qeyûm danîbû ser Şaredariya Colemêrgê û ji demê ve qeyûm li ser şaredariyê ye.
Tê pêşbînîkirin ku vê hilbijartinê DEM Partî li Colemêrgê bibe partiya yekem lê AK Partiyê jî karsazê naskirî Îsmet Olmez kiriye namzed û ew jî li bajêr xebatên xwe didomîne.
Li gorî amarên fermî yên sala 2023yan, nifûsa parêzgeha Colemêrgê ya giştî 287 hezar û 625 e.
Nifûsa navenda Colemêrgê jî 77 hezar û 273 ye.
Di hilbijartinên 31ê Adarê de li navenda Colemêrgê mafê dengdanê yê 39 hezar û 702 kesan heye.
DEM Partiyê ji bo serokatiya Şaredariya Colemêrgê Viyan Tekçe ve Mehmet Siddik Akiş kirin namzed.
AK Partiyê biryar da ku Îsmet Olmez bibe namzedê wan ê Şaredariya Colemêrgê.
Namzedê DEM Partiyê yê Şaredariya Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş bû mêhvanê bernameya Rûdawa Îro ya ku Niwêner Fatîh pêşkêş dike.
“Gelê me li dîroka xwe xwedî derdikeve”
Mehmet Siddik Akiş da zanîn ku Newroza îsal a Colemêrgê ji Newrozên 10 salên borî geştir û bicoştir bû û pê de çû:
“Bajarê Colemergê bajarekî kevnar e. Xwedî dîrok e, xwedî çand e, xwedî nirx e. Gelê me li çanda xwe, li dîroka xwe û li zimanê xwe xwedî derdikeve û piştgiriyê dide partiya xwe.”
“Tirkiye dibêje ‘Ez nasnameya we nas nakim’”
Mehmet Siddik Akiş, pirsa “Qeyûm ji bo Colemêrgê tiştek kir?” wiha bersivand:
“Bi rastî wekî hûn jî jê haydar in, ev nêzîkî 10 salan e ku qeyûm li ser bajarê me ye. Pirsgirêka herî girîng jî ev e.
Li bajarên Kurdistanê û li bajarên Tirkiyeyê jî hilbijartin tên kirin. Qeyûman danaynin ser bajarên Tirkiyeyê lê datînin ser bajarên Kurdistanê.
Çima qeyûman datînin? Tirkiye dibêje ‘Ez nasnameya we, ez dîroka we, ez dîroka we qebûl nakim.
Gelê me êdî di vê hêlê de pispor e, xwedî fikr û raman e.
Ji ber vê yekê jî gel li partiya xwe xwedî derdikeve. Yek ji bajarên xwe xebatên me li wan herî xurt in Colemêrg e.
Bajarê me, Colemêrg dê bersiva herî xurt bide van qeyûmên ku îradeya gel xesp kiriye.”
“Em dê îradeya xwe nîşanî pergalê bidin”
Namzedê DEM Partiyê yê Şaredariya Colemêrgê li ser pirsa, “Gelo di nava gel de ew tirs heye ku hikûmet careke din qeyûman tayîn bike?” jî wiha axivî:
“Gel li wê nafikire, gel dibêje ‘Ez dê îradeya xwe nîşanî dewletê bidim, nîşanî sîstemê bidim. Qeyûm bê danîn ne ne ewqasî pirsgirêk e.’
Çimkî em dê îradeya xwe nîşanî pergalê bidin.
Em wekî ku qeyûman tayîn nakin haziriyên xwe dikin û em dê bi wî şiklî jî xizmetê ji gelê xwe re bikin.”
“Em dê hem hesab bipirsin hem xizmetê bikin”
Mehmet Siddik Akiş li ser plan û projeyên xwe jî wiha got:
“Ev 10 sal in qeyûm heye, heta niha xizmet nehatiye kirin. Di hêla avê de xizmet nîne, di hêla rêyan de xizmet nîne.
Di hêla piran de xizmet nîne, di hêla paqijkirinê de xizmet nehatiye kirin.
Xizmetek hatibe kirin jî ne ji bo gel e, ji bo wê ye ku karekî bidin rex û alîkarên xwe.
Heke em hatin ser kar, em dê hesab ji wan kesan bipirsin ku bi pêşengiya qeyûm neheqî û zilm li gelê me kiriye.
Em dê hem hesab bipirsin û em dê li gorî daxwazên gelê xwe û li gorî pêdiviyên bajarê xwe xizmetê bikin.
Em dê fikr û ramanên gelê xwe esas bigirin û em dê di hêla dîrokî de jî di hêla ziman de jî û di hêla çand û hunerê de jî xizmetan bikin.”
“Qeyûm saziyên ziman girtin”
Mehmet Siddik Akiş wiha bersiv da pirsa “Hûn dê ji bo ziman çi bikin?”
“Dema hûn tên Colemêrgê lewheya ‘Hûn bi xêr hatin’ heye. Ev lewhe di dema partiya me de hatiye nivîsîn.
Qeyûm ev lewha ranekir lê wan saziyên me yên ziman girtin, nakokî ev e.
Saziyên me yên ziman jî hebûn, yên çand û hunerê jî hebûn lê piştî ku qeyûm hat hemû hatin girtin.
Dema em hatin ser kar em dê hem saziyên xwe vekin û em dê mamosteyên ku ji bo ziman xizmetekê bidin civakî jî bînin wan saziyan.”
“Em AK Partiyê baş nas dikin”
Namzedê DEM Partiyê, li ser pirsa Niwêner Fatîh a bi rengê “Hûn soz û peyamên reqîbê xwe yê AK Partiyî çawa dibînin?” got:
“AK Partî ji bo me ne tiştekî biyanî ye. Ev 22 sal in li ser kar e. Em AK Partiyê baş nas dikin.
Herçend navê wê AK (spî) be jî em dibêjin partiya reş.
Çima em vê dibêjin? Em dibêjim çimkî heta îro gel esas negirtiye, zimanê gel esas negirtiye, dîroka gel esas negirtiye, fikra gel esas negirtiye, çenda gel esas negirtiye.
Herçend li bajarê me bi Kurdî stranan bêjin jî nakokiya wan a herî mezin ev e çimkî AK Partiyê qebûl nekiriye ku wekîlên me li parlamentoyê du gotinên bi Kurdî bikin.
Gelê me êdî AKPyê baş nas dike. AKP partiyeke çawa ye?
Xebatên wê ne li ser bingeha rastiyê ne, hemû li ser xapandinê ava bûne.
Hemû ji bo wê ne ku karekî ji bo alîgirên xwe peyda bikin. Ji bo çand û zimanê gelê me ti xizmet nehatiye kirin. Gel AKPyê baş nas dike.”
“Mehmet Metîner jî Kurd e”
Mehmet Siddik Akiş, li ser pirsa “Namzedê AK Partiyê dibêje ez Kurd im û bi Kurdbûna xwe serbilind im. Hûn li ser van gotinan çi dîbêjin?” wiha axivî:
“Mesele ne we e ku nasnameya wî Kurd be, mesele ew e ku zanibe Kurdînî çi ye û ji bo Kurdîniyê xebata wî çi ye, gotina wî çi ye, nêzîkbûna wî çi ye?
Em jî dibêjim ew kes ji Colemêrgê û li Colemêrgê ji dayîk bûye lê îro di xizmeta sîstemê de ne, di xizmeta dewletê de ne.
Di xizmeta wan kesan de ku zilm û zordariyê li gelê me dikin û vî gelî nas nakin.
Em nabêjin ne Colemêrgî ne û ne Kurd in. Kurdên wekî Mehmet Metîner jî Kurd in. Ma ew ne Kurd e? Kurd e lê di xizmeta kê da dişixule? Li hemberî vî gelî dişixule. Ev jî (namzedê AK Partiyê) yek ji wan e.
Li hemberî vî gelî dişixule. Li partiya AKPyê dişixule.
Heke AKP ewqasî baş be, çima şaredarên vî gelî girtin û avêtin zîndanan? Çima siyasetmedarên vî gelî avêtin zîndanan?
Çima çand û hunera vî gelî ji holê rakirin? Çima saziyên vî gelî hatine girtin?
Madem însanekî Kurd e û Kurdewarî dijî bila li gel gelê xwe bixebite. Bila di xizmeta gelê xwe de be.
Ji ber vê yekê helbet ji bo hilbijartinê her kes dibêje yê herî baş, ê herî zana yê herî pispor ez im lê pratîka wê heye. Pratîka wê, vê yekê nîşanî me nade.”
“Em Kurdistanê bi sînoran nas nakin”
Mehmet Siddik Akiş, pirsa “Heke hûn bibin şaredar hûn dê ji bo pêwendiyên bi şaredarên Başûr re çi bikin? Bi vî şiklê bersivand:
“Em Kurdistanê bi giştî difikirin. Em Kurdistanê bi sînoran nas nakin. Kurdistaneke wisa tune.
Li Bakur be, li Başûr be, li Rojhilat be, li Rojava be Kurdistan yek e.
Em ji hemû gelê Kurdistanê, bi taybetî jî ji gelê Başûr re dibêjin, ‘Li gorî sîstemê tevnegerin.’
Ez bi xwe rexneyekê li wan dikin. Em ji wan dixwazin ku li gel wan saziyan bixebitin ku xizmetê ji gelê Kurd re dikin.
Çima em vê dibêjin? Em vê dixwazin ku bi gelê Kurd re bixebitin.
Em dixwazin ku bi wan kesan re pêwendiyan çênekin ku Kurdan nas nakin, zilmê li Kurdan dikin û wan kesên ku siyaseta Kurdan qebûl nakin.
Em dixwazin li gel Kurdên ku pêşengtiyê dikin, ji bo nasnameya Kurdan, ji bo çanda Kurdan dixebitin pêwendiyan bikin.”