Rewşa avhewayê jiyana welatiyan zehmet kiriye: ‘Mirov nikare otomobîlê bilivîne!’

23-03-2024
RÛDAW
Qezayeke li Erziromê/Wêne: AA
Qezayeke li Erziromê/Wêne: AA
Nîşan Bakurê Kurdistanê Berf Baran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêya parêzgehên Erdexan û Artvînê ji ber ketina aşûtê hatiye girtin.

Karmendên paqijkirin rêyan bi makîneyên kar hewl didin ku rêyê vekin.

Li parêzgeha Erziromê ku di şevekê de ji ber rewşa avhewayê 17 bûyerên trafîkê çêbûn û zerer gihiştiye 48 otomobîlan û 12 kes jî birîndar bûne.

Şofêr Cengîz Yildirim li ser rewşê got:

“Otomobîl di vîtesa duyemîn de bû lê tevî vê yekê min nikaribû derkevim kêleka rê.

Cade bûye wekî camê, derfet nîne ku mirov otomobîlê bilivîne. Rewşa me ev e.”

Li navçeya Geverê ya parêzgeha Colemêrgê piştî berfê baran jî bariya û li çend deveran lehî rabû.

Avê ket malên xelkê û zerera madî ya welatiyan çêbû.

Welatiyê bi navê Resûl Dagdevîren da zanîn:

“4 roj in baran dibare û ne sotemenî û ne jî xwirek maye. Di bin avê de man.”

Li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê barîna berf û baranê berdewam e.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê hişyarî da ku dê vê hefteyê heman rewş hebe û divê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst