Li Almanyayê dê ezmûnên ajonameyan bi Kurdî jî bên kirin

23-03-2024
RÛDAW
Wêne: Arşîv
Wêne: Arşîv
Nîşan Kurdî Almanya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Almanyayê kesên ku ajonameya wan nîne, êdî dikarin ezmûna ajonameyê (ehliyet) bi Kurdî bikin.

Li Ewropayê ji bo koçberan piştî karta rûniştinê (îqame) belgeya ajotinê yek ji belgeyên herî hewce ye.

Koçberên Kurd ên ku li Almanyayê dijîn, ji îsal pê ve êdî dikarin ezmûna ajonameyê bi Kurdî (zaravayê Kurmancî) bikin.

Kurdî û Ukraynî li 12 zimanan hatin zêdekirin

Li Almanyayê heta niha ji bilî Almanî bi 12 zimanan ezmûna ajonameyê dihate kirin lê Kurdî di nav van zimanan de cih nedigirt.

Koçberên Kurd ên li Almanyayê mecbûr diman ezmûna ajonameyê bi Almanî, Îngilîzî, Erebî an Tirkî bikin.

Hikûmeta Almanyayê biryar da ku Kurdî û Ukraynî jî li wan 12 zimanan bên zêdekirin.

Li Almanyayê ajonameya nêzikî 22 milyon kesan heye.

Par li Almnayayê 982 hezar kesan ajoname wergirt.

Li seranserî Almanyayê zêdetirî 10 hezar kursên ajonameyê hene.

Civaka Kurd bi salan hewl da

Di van salên dawî de Kurdên li Almanyayê ji bo ku bi Kurdî jî ezmûna ajonameyê bê kirin gelekî hewl da.

Herî dawî bi piştgiriya Partiya Demokrat a Azad (FDP) hikûmetê biryar da ku bi Kurdî jî ezmûnên ajonameyan bên kirin.

Civaka Kurd a Almanyayê (Kurdische Gemeinde Deutschland) ji bo vê biryarê gelekî hewl da.

Lêbelê para herî mezin jî ji nivîskar û rojnameger Tobias Huch re ye ku di vê mijarê de înîsiyatîf girtibû ser xwe.

Hewldanên rojnamegerê Alman encam da

Nivîskar û rojnameger Tobias Huch beşdarî bultena Rûdawê ya Diyasporayê bû û li ser mijarê bersiva pirsên Hêmin Ebdulah da.

Tobias Huch diyar kir ku li Almanyayê ji xeynî zimanên welatên Yekîtiya Ewropayê bi zimanên din jî ezmûnên ajonameyan tên kirin.

Huch got, “Wekî mînak Erebî û Tirkî du ji wan in.

Carekê hevalekî min ê Kurd ji min pirsî ku çima di nav van zimanan de Kurdî nîne.

Vê yekê bala min kişand ji ber ku li Almanyayê milyonek û nîv Kurd hene.

Min soz da wî ku ez dê li ser vê mijarê bixebitim.”

Herwiha Huch ragihand ku destpêkê wî xwe gihandiya Wezareta Veguhastinê û daxwaznameyak daye wan.

Tobias Huch got ku bi piştgiriya Civaka Kurd a Almanyayê wan bernameyek amade kiriye da ku ezmûnên ajonameyê bi zimanê Kurdî bên kirin.

Li aliyê din Tobias Huch da zanin ku destpêkê dê ezmûn bi zaravayê Kurmancî ya Kurdî bê kirin û piştre ew dê ji bo Soranî jî daxwazê bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst