Nêçîrvan Barzanî li ser êrişa li Moskowê peyamek belav kir

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê êrişa şeva borî ya li Moskowê “hovane” bi nav kir û bi tundî şermezar kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê êrişa çekdarî ya li saloneke konserê ya li Moskowê de li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir.

Li Moskowa paytexta Rûsyayê doh êvarê li saloneke konserê êrişa çekdarî hat kirin.

Di êrişê de herî kêm 93 kes hatine kuştin û gelek birîndar jî hene.

Rayedarên Rûsyayê diyar kir ku ji ber giraniya rewşa hinek birîndaran dibe ku hejmara kuştiyan zêde bibe.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de anî ziman:

“Ez êrişa hovane ya li Moskowê ya li dijî sivîlan bi tundî şermezar dikim. Duayên min bi malbatên qurbaniyan û gelê Rûsyayê re ne.

Terorîzm metirsiyeke cîhanî ye û divê civaka navneteweyî yekdeng be ji bo têkbirina wê.”

Piştî êrişê êrişkaran agir bi salona konserê xist. Rûsya dibêje, çekdaran ji bo şewitandina salonê madeyek bi kar aniye. Têkildarî êrişê heta niha 11 kes hatine desteserkirin.

DAIŞê girt ser xwe

DAIŞê berpirsiyariya êrişê girt ser xwe û îdia kir ku çekdarên wan ew êrişa li salona Krasnogorskê ya konserê ya Moskowê pêk aniye.

DAIŞê derbarê êrişê de li ser hesabê xwe yê Telegramê daxuyaniyek belav kir û got:

“Çekdarên Dewleta Îslamî li bajarê Krasnogorskê yê li derdora Moskowa paytexta Rûsyayê êrişî civateke mezin a Xiristiyan kir, bi sedan kes kuştin û birîndar kirin û wêraniyeke mezin pêk aniye û vegeriyane baregehên xwe.”

Êrişa Moskowê

Li salona konserê ya bi navê Crocus City Hallê ya li Moskowa paytexta Rûsyayê êvara 22yê Adarê êrişeke çekdarî pêk hat.

Li gorî dîmenên ku li ser medyaya civakî hatine belavkirin, tê dîtin ku êrişkarên bikamûflaj li salona konserê guleyan direşînin.

Servîsa Ewlehiya Federal a Rûsyayê ragihandibû ku li gorî zanyariyên destpêkê, di êrişa terorîstî de herî kêm 93 kesan canê xwe ji dest daye.

Herwiha Wezîrê Tenduristiyê yê Rûsyayê Mikhail Murashko ragihand ku 115 kes birîndar bûne ku birînên 60 kesî ji wan giran in.

Li ser banê salona konserê şewat derket û bi sedan tîm ji bo vemirandina şewatê çûn cihê bûyerê.

Li Moskowê hemû çalakiyên gel ên dawiya hefteyê hatin betalkirin.

Herwiha ji bo lêkolîna êrişa terorî grûpeke lêkolînê hatiye avakirin.

Li aliyê din Servîsa Parastina Neteweyî ya Federal a Rûsyayê (Rosgvardiya) ragihand ku operasyona girtina kesên ku êrişa çekdarî pêk aniye dewam dike.