HSD: Metirsiya DAIŞê berdewam dike, pêwîstî bi hevkariya navneteweyî heye

24-03-2024
Nîşan HSD Hemleya Baxozê DAIŞ Salveger
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – 23yê Adara 2019an di encama hemleya Baxozê de hebûna DAIŞê ya cografî bi dawî hat.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Suriyeya Demokratîk (HSD) bi minasebeta salvegera 5an a hemleya Baxozê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HSDyê destnîşan kir ku bi hemleya Baxozê re hebûna DAIŞê ya cografî hatiye bidawîkirin lê heta çavkaniya wê ya îdeolojîk neyê ziwakirin dê metirsiya wê bidome.

HSDyê da zanîn ku ji bo nehiştina DAIŞê ya bi temamî pêwîstî bi hevkariyeke bibandor a navneteweyî heye.

HSDyê li ser girîngiya hemleya Baxozê da zanîn:

“Hêzên me karîbûn bi milyonan sivîlan ji destê terorîstan rizgar bikin, hemû cîhanê ji xirabiyên wê rizgar bikin.”

“Pêwîstî bi hevkariyeke bibandor a civaka navneteweyî heye”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku “Metirsiya DAIŞê berdewam dike” û hat gotin:

“Çete hewl didin bi rêya şaneyên xwe yên veşartî xwe ji nû ve rêk bixin û xewnên xwe yên vegerandina kontrola cografyayê pêk bînin.

Êrişên bombeyî û kuştina kesayetên sivîl ên ku di saziyên xizmetguzarî û îdarî dedixebitin, hedefgirtina pêşengên eşîran ên bi wan re li hev nakin hîn jî berdewam in.

Em dibînin ku ji bo têkbirina rêxistina terorê pêwîstî bi hevkariyeke bibandor a civaka navneteweyî heye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst