HRE: Efrînê bi geşkirina agirê Newrozê rizgar bikin

23-03-2024
Nîşan HRE Efrîn Rizgarkirin Newroz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – HREyê got, “Em bangî hemû gelên azadixwaz û gelê Efrinê dikin ku ji bo serkeftinê bi hev re têbikoşin, Efrînê bi geşkirina agirê Newrozê rizgar bikin.”

Fermandariya Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ji bo şahiya Newrozê ya li Şehbayê peyamek şand.

Newroza 2024an li sernaserê Kurdistanê bi şahî û govendan hat pîrozkirin.

Yek ji wan cihên ku li Rojavayê Kurdistanê Newroz lê hat pîrozkirin jî Şehba bû.

“Efrînê bi geşkirina agirê Newrozê rizgar bikin”

Li gorî nûçeya ANHAyê, Fermandariya Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) peyameke nivîskî şand şahiya Newrozê ya li Şehbayê û di peyama xwe de got:

“Meșaleya ku Kawayê Hesinkar pê xist, rêheval Mazlum Dogan geş kir û da destê me.

Em jî vê meşalayê geștir bikin û bidin destê zarokên paşerojê.

Dê pergala desthilatdariya faşîst di nava vî agirî de hilweşe.

Em jî wekî Hêzên Rêzgariya Efrînê (HRE) soza bilindkirina tekoşîna li dijî hêzên dagirker didin û bangî hemû gelên azadixwaz û gelê Efrinê dikin ku ji bo serkeftinê bi hev re têbikoşin, Efrînê bi geşkirina agirê Newrozê rizgar bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst