HRW: Pêwîst e Tirkiye peywendiya xwe bi hemû grûpên çekdar re qut bike

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (Human Rights Watch / HRW) derbarê şehîdkirina 4 sivîlên şeva Newrozê li Cindirêsê de bang li Tirkiyê dike ku lêpirsînê bide destpêkirin û dibêje pêwîst e Tirkiye piştevaniya xwe ya ji bo grûpên çekdar bidawî bîne.

Di 20ê Adara 2023an de li bajarokê Cindêrisê yê ser bi Efrînê, çekdarên opozisyona Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê gule li malbateke Kurd ku cejna Newrozê pîroz dikirin reşandin û di encamê de 3 bira û kurê yekî ji wan canê xwe ji dest dan û herwiha 3 kesên din jî birîndar bûn.

Karvedanên li ser bûyera kuştina wan her 4 kesan berdewam in.

Cîgirê Rêveberê Beşa Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqya li Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan Adam Coogle ragihand ku 5 sal in binpêkirinên mafên mirovan ji aliyê grûpên çekdar ve li Efrînê berdewam in.

Adam Coogle amaje bi wê yekê kir ku ew binpêkirinên bi destûra Tirkiyê têne encamdan û dibêje: “Tirkiye rê dide endamên rêxistinê ku zilmê li gelê herêmê bikin.

Coogle diyar kir ku Tirkiye ji bo pêşîgirtina li binpêkirina mafan ti gavên pratîk neavêtiye û got: “Tirkiye di parastina sivîlan de serkevtî nebûye. Tirkiye wek hêzeke dagîrker tevdigere û piştgiriya grûpên opozîsyona Sûriyê dike. Divê derbarê kuştina 4 welatiyên Kurd de lêkolîn bê kirin û berpirs bên cezakirin.”

Ew berpirsê Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan bang li Tirkiyê dike piştevaniya xwe ji bo grûpên çekdar ên ku binpêkirinan di derheqê sivîlan de dikin rawestîne û dibêje: “Kuştina 4 sivîlên Kurd li Cindirêsê berdewamiya binpêkirinên ji 5 salan ve ye.”