Li Efrînê heta niha 48 komelgeh ji Erebên hawirde re hatine avakirin

23-03-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Li Efrînê heta niha 48 komelge ji Erebên hawirde re hatine avakirin
Li Efrînê heta niha 48 komelge ji Erebên hawirde re hatine avakirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Destpêka şeşemîn sal e ku Herêma Efrînê li jêr dagîrkariya hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ên alîgirên wê ye. Bi dirêjiya 5 salên derbasbûyî, wan hêzan bêhtir ji 300 hezar Kurdên resen ên wê herêmê koçber û derbider kirine, herwiha dest danîne ser dar, zevî, mal û milkên wan. Yek ji kiryarên metirsîdar jî ew e ku, karekî sîstematîk ji bo guherîna demografî li wê herêmê tê kirin.Beşek ji komele, sazî û rêxistinên Qeterî, Kuweytî û Filestînî di wê proseyê de beşdar, piştgir û alîkar in.

Lêkolerê ji Efrînê Welîd Bekir ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa vê rewşê dike û dibêje, heta niha bêhtir ji 48 mêtingeh û komelgehên niştecîbûnê hatine avakirin, ji wan, weke mînak: Gundê Besme li gundê Şadêrê, komelgeha li Çiyayê Qaziqlî, li nêzîkî Hec Hesena, komelgehek li gundê Baflûnê li ser Çiyayê Parse Xatûnê, û komelgeheke din li gundê Evrazê.

Derbarê heman mijarê, siyasetmedarekî Filestînî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re dibêje, ew weke daxuyaniya hikûmeta Filestînê, li dijî avakirina wan mêtingeh û komelgehan in, ku ji aliyê hin rêxistin û  saziyên Filestînî ve têne damezrandin.

Nivîskar û siyasetmedar ji Filestînê Mihemed Cerade got: “Em Filestînî, ligel helwesta Wezareta Derve ya Filestînî ne, derbarê redkirina çi avahiyên ku ji aliyê komeleyên Filestînî ve, li Herêma Efrînê, bêne dirustkirin, ji ber ku ev helwesteke ne mirovane û ne baş e, û em Filestînî li ser bingeha helwesta Wezareta Derve ya Filestînê, vê yekê red dikin. Em Filestînî guhdanê bi hemû nişteciyên deverê dikin, ku bi aştiyane bijîn û destêwerdan di karûbarên wan ên navxweyî de neyê kirin, ji ber ku destêwerdan di karûbarên wan ên navxweyî de ziyanê digihîne rûmeta wan û digihîne demokrasiya ku em dan pê didin û xebatê di ber de dikin."

Operasyona Tirkiyê ya bi navê “Çiqlê Zeytûnê”, bi beşdariya grûpên çekdar ên opozsiyona Sûriyê, 20ê Çileya 2018yan hatibû destpêkirin.

18yê Adara heman salê, piştî 58 rojan ji şer û pevçûn û topbarankirinê, bajarê Efrînê kete jêr kontrola hêzên êrîşkar û heta niha binpêkarî li wê herêmê berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst