Xelkê Cindirêsê bi dilekî şikestî pêşwaziyê li meha Remezanê dikin

23-03-2023
RÛDAW
Îsal xelkê Cindirêsê di nava çadiran de pêşwazî li meha Remezanê dikin
Îsal xelkê Cindirêsê di nava çadiran de pêşwazî li meha Remezanê dikin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îsal pêşwazîkirina meha Remezanê ji bo niştecîhên nahiya Cindrêsê li herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê ne wek salên berê ye û xelkê herêmê di nava çadiran de pêşwazî li meha Remezanê dikin.

Ji ber ziyanên erdheja 6 Sibatê li Cindirêsê nêzîkî 500 avahî herifîn û bû sedema ku xelk, niha zerardîtiyên erdhejê li nav çadiran pêşwaziyê li meha Remezana pîroz dikin. Li beramber paşmayên erdhejê bazareke demkî bo pêdiviyên Remezanê hatiye rêkxistin.

Nîşteciya Cindirêsê Dayika Ismet dibêje: “Erdhej çêbû di encam de xaniyê me têk çû. Niha meha Remezana pîroz hatiye, ez çûm bazarê min hinek pêdiviyên rojiyê kirrîn, Remezana îsal ne wek  Remezana par û sala pêştir e. Em îsal dilşekestî ne, em li nav çadirê dimînin.”

Koçberên Sûrî yên ku li Cindirêsê dimînin bi dilekî şikestî pêşwaziyê li meha pîroz dikin.

Koçberê Şamê Mihemed el Sefercelî jî got: “Em derbider in, bê cih û war in. Ez nikarim bibêjim Remezana we bi xêr û xweşî hatiye. Em qet ne rehet in, em li nav çadiran dijîn. Min ev bestek çêkiriye daku debara jiyana xwe û hevjîn û zarokên xwe jê bi dest bixim. Tenê Xwedê alîkarê me ye.”

Li gor amarên Encûmena Xwecihî ya Cindirêsê, di encama erdeheja 6ê Sibatê de zêdeyî hezar kesan canê xwe ji dest dane, nêzîka 500 avahiyan li nav bajarok û gundên derdorê herifîne û nêzîka 3 hezar malbatan jî derbider bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst