Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê îro baran dibare

Hewlêr (Rûdaw) - Îro li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê baran dibare û li hinek navçeyan metirsiya ketina aşûtê heye û di vê mijarê de hişyarî hatine dayîn.

Li gor agahiyên ji aliyê Rêveberiya Keşnasiya Tirkiyê ve hatîn belavkirin, îro 23ê Adarê li piraniya Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê baran dibare û li hinek ciha jî ev baran dibe şilope.

Li Bakur Kurdistanê ji derveyî Îdir, Wan û Colemêrgê li tevahiya parêzgehên din dê îro baran bibare.

Herwiha saziya keşnasiyê derbarê metirsiya ketina aşûtê de jî hişyarî daye û bi taybet bo navçeyên bilind ji welatiyan daxwaz kirine di vê mijarê de tedbîrên xwe werbigrin.