Li ser rêya Berdereş û Rovyayê qezaya trafîkê; 3 kesan canê xwe ji dest dan

23-03-2023
RÛDAW
Nîşan Berdereş Rovya Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di qezayeke trafîkê ya di navbera Berdereş û Rovya ya Duhokê de 3 kesan canê xwe ji dest dan.

Rêveberê Polîsê Çûnûhatinê yê Rovyayê Seîd Ebdullah îro Pêncşemê ji Rûdawê re ragihand, otomobîl ji Berdereşê ber bi Rovyayê ve diçû û heta niha di wê bûyerê de 3 kesan canê xwe ji dest dane.

Li gorî Seîd Ebdullah, otomobîl piştî qulibiye agir pê ketiye, ji ber ku “bilez” diçûye.

Qeza li ser rêya Berdereş û Rovyayê di demjimêr 21.15an de li nêzîkî gundê Qerenaz ê nahyeya Rovya ya Duhokê rû daye.

Di otomobîlê de 4 kes hebûn, yek ji wan birîndar e. Seîd Ebdullah diyar kir ku rewşa wî jî giran e û ew şandine Nexweşxaneya Hawarçûnê ya Akrê.

Heta niha nasnameyên qurbaniyan nehatine eşkerekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst