Cindirês: Di roja sêyem a kuştina 4 Kurdan de xwepêşandan berdewam bûn

Hewlêr (Rûdaw) – Çekdarên opozisyona Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê roja Duşemê gule li malbateke Kurd ku cejna Newrozê pîroz dikirin reşandin û 4 kes ji wan kuştin, ji wê rojê ve li Cindirêsê û Efrînê xwepêşandan berdewam dikin.

Di roja sêyem a xwepêşandan li bajarê Cindirêsê li pêşiya mala Malbata Pêşmerg ku 4 kes ji wê malbatê hatin kuştin berdewam in. Îro hejmarek serokeşîr û kesayetiyên Ereb jî beşdar bûn.

Di 20ê Adara 2023an de li bajarokê Cindêrisê yê ser bi Efrînê, çekdarên opozisyona Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê gule li malbateke Kurd ku cejna Newrozê pîroz dikirin reşandin û di encamê de 3 bira û kurê yekî ji wan canê xwe ji dest dan û her wiha 3 kes jî birîndar bûn.

Ji roja Newrozê ve, xelk ji hemû navçeyên Efrînê berê xwe didin mala şehîdên Komkujiya Cindirêsê û li vir kom dibin û daxwaza cezakirina tawanbaran, derxistina çekdaran ji bajar, bajarok û gundên Efrînê dikin.

Xwepêşanderek di şîna 4 Kurdan de axivî û got, “Şêx û encûmenên me yên Îslamî, hûn li ku derê bûn ku ev 5 sal in rûmeta me tê binpêkirin, darên zeytûnê tên binpêkirin, malên me tên binpêkirin, we daxuyaniyek jî nedaye. Hûn li ku derê bûn, hûn tên sersaxiyê ji malbatên şehîdan re bixwazin!?”

Wî xwepêşanderî her wiha diyar kir ku ji dema grûpên çekdar ketine Efrînê destên wan di xwînê de ne, destên hemû grûpan di xwînê de ne û anî ziman, “280 kes di bin îşkenceyê de ne, 60 jin di zîndanên grûpan de ne, 21 zarok di bin îşkenceyê de ne. Ey şêxên me qaşo banga Îslamê dikin, hûn ji Îslametiyê li ku derê ne, dema rûmeta me dihat binpêkirin we helwestek jî nîşan neda. Efrîn ne azad e, Efrîn ji aliyê grûpan ve dagirkirî ye.”

Endamê Emîndariya Giştî ya ENKSê Ehmed Hesen jî di şînê de axivî bang li civaka navneteweyî kir.

Ehmed Hesen got, “Em dixwazin komên çekdar ji nav gund, bajar û bajarokên herêma Efrînê bi tevahî derkevin. Cihan çekdaran ne nav bajar û gundan e, cihên wan kampên wan in û her wiha eniyên şer in bikaribin şer bikin û şer bixwazin. Em dixwazin ev kesên ji 5 salan û vir de yên di zindanên grûpên çekdar de ne ku bê sûc û tawan hatine girtin werin berdan.”