Mereş: Mexdûrên erdhejê yekem paşîvên xwe di konan de xwarin

23-03-2023
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Erdhej Paşîv Meha Remezanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Mereş a Bakurê Kurdistanê ziyandîtiyên erdhejê yên ku di konan de dijîn, pêşwazî li meha Remezanê kirin lê ev Remezan, ji bo wan gelekî cuda ye. Ji ber ku her tiştê xwe ji dest dane. Yek ji wan ziyandîtiyên erdhejê dibêje, wan ti caran xeyal nedikirin ku rojekê di konan de pêşwaziya Remezanê bikin.

Malbateke Mereş a Bakurê Kurdistanê ya ku erdhejê ew bê mal hiştî ne, xwarina yekem paşîva xwe di konên lê dimînin de xwarin.

Ji derveyî ku êdî mala wan bûye ev çadir, ew dibêjin erdhej û ew kêliyên wê yên diltezîn ji bîra wan naçin.

Mexdûrê erdhejê Kemal Çali got, “Karesateke wisa bû, em bi zorê ji mala xwe derketin. Ev ne tiştekî wiha ye ku mirov bikare behsa wê bike, li gorî min ji bo mirov bikare fêm bike, divê bibîne.”

Piraniya malbatan xizmên xwe yan kesên ji malbata xwe ji dest dane. Ew malbatên ku di erdhejê de ziyanên wan ên canî tunene xwe bi şans û bextewer dibînin.

Mexdûra erdhejê Mubera Çali anî ziman, “Bi saya Xwedê em û zarokên xwe parastî û bihevre ne. Em dixwazin şikirdar bin û zarokên xwe zêdetir hembêz bikin.”

Ev malbat dibêje wan ti caran xeyal nedikir ku di bin çadiran de pêşwaziya meha Remezanê bikin.

Mexdûrê erdhejê Ali Tarakçi got, “Remezana berî vê em li mala xwe de bûn lê niha em di bin çadiran de ne. Şikir ji Xwedê re. Şikir ji Xwedê re kêmaniyên me nînin.”

Bi hatina meha Remezanê re deholjen li kolanan digerin coş û kelecanekê didin vê mehê lê malbatên ku ji ber erdheja 6ê Sibata îsal bê mal mane, wek çawa gelek tiştên xwe ji dest dane, ji wê coş û kelecanê jî bêpar in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst