Baroya Amedê li ser tundûtûjiya polîsan a li zarokê Kurd gilî tomar kir

23-03-2023
RÛDAW
Baroya Amedê li ser tundûtûjiya polîsan a li zarokê Kurd gilî tomar kir
Baroya Amedê li ser tundûtûjiya polîsan a li zarokê Kurd gilî tomar kir
Nîşan Baroya Amedê Zarokê Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Baroya Amedê ragihand ku wan derbarê ew polîsên ku li navçeya Lîce ya ser bi parêzgeha Amedê tûndûtîjî li zarokekî 14 salî  yê Kurd  kirine li dozgeriyê gilî tomar kirin.

Li gor zanyariyên Rûdawê di demjimêrên şeva Sêşemê 21ê Adara 2023an li navçeya Licê ya parêzgeha Amedê, polîsan zarokekî 14 salî yê Kurd desteser kirin, piştre revandin, dest û lingên wî girêdan û tundûtûjî li wî kirine.

Bûyerê li ser torên civakî gelek deng veda. Ew zarok dibêje, 4 kesên ku polîs bûn, îşkence lê kirine û bi zorê jê re gotine ku divê xeberan ji Ocalan re bêje û sirûda Tirkiyê bibêje. Piştî karvedanên mezin, Serdozgeriya Komarî ya Amedê lêpirsînek daye destpêkirin.

Dîmênên zarokekî Kurd ê 14 salî ye ku polîsan bi îşkenceyê ew xistine vê rewşê.

Roja 21ê Adarê li navçeya Lîcê ya Amedê, 4 polîs wî bi zorê direvînin û îşkenceyê lê dikin. Ew zarok bi rêya vîdeoyekî ku ji Rûdawê re hatiye şandin behsa îşkenceya polîsan dike.

Zarokê li Amedê Rûbirûyî Tûndûtîjiya Polîsan Bûye Yilmaz D. di vîdeoyê de got, “Ez li wê derê bûm ku biçim ber agir. Ez çûm hundirê avahiyê. Piştre hatin, ez birim. Piştre li min dan. Dest û lingên min girêdan û gef li min xwarin.”

HDPê îşkenceya polîsan li Parlamentoya Tirkiyê anî rojevê û ragihand, ev dijmintiya Kurdan e.

Serokwekîla Koma HDPê ya Parlamentoyê Meral Daniş Beştaş anî ziman, “Ji ber ku di stûyê wî de çefî heye, 4 polîs wî desteser dikin. Em bi bavê wî re axivîn, jê re gotine, dijûna ji Kurdan re bide, bêje ez Tirk im û sirûda neteweyî ya Tirkiyê jiber bike. Niha li nexweşxaneyê ye û rîsk heye ku çavekî xwe jidest bide. Bi dîpçika çekê lê dane, lingê wî girê dane û avêtine çalekê.”

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, ji Rûdawê re piştrast kir ku ew zorok rûbirûyî tûndûtîjiya polîsên Tirkiyê bûye û wan derbarê bûyerê de gilî tomar kirine. Baroya Amedê jî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand, “Derbarê îdiayên li navçeya Lîcê bi zorê dest bi ser de girtin û îşkencekirin, helwêsta ne mirovane û tevgera xirab a fîzîkî û devkî li dijî zarokê 14 salî gilî hat tomarkirin. Em ê pêvajoya hiqûqî bişopînin.”

Serdozgeriya Komarê ya Amedê jî piştî karvedanên li ser medyayê ragihand ku derbarê îdiayên li ser sosyal medyayê ku bûyer li navçeya Licê qewimiye lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst