Piştî lehiyê vegera masiyên Gola Masiyan a Rihayê destpê kiriye

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî lehiya li Bakurê Kurdistanê, vegera Masiyên Gola Masiyan a Rihayê destpê kiriye, hinek kes dibêjin ku masî kêm bûne, lê pispor vê yekê red dikin û dibêjin wê bi derbasbûna demê rê hemû Masî cardin vegerin.

Dîroka avakirina Gola Masiyan a Rihayê vedigere bo berî zayînê salên 300 heta 1000î û di nava xelkê de jî masiyên wê golê pîroz in û bi ti awayî nayên girtin û xwarin.

Gola Masiyan e li parêzgeha Rihayê yek ji cihên sereke û dîrokî  yên geştiyariya bajêr e. Bi lehiya 15ê vê mehê bi ser de çûbû û ava wê şêlî bibû û masiyên golê jî ji ber kêmbûna oksîjena avê  koç kirbûn. Bi zelalbûn û asayîbûna asta oksîjena  ava    ew masî hêdî hêdî vedigerin.

Serokê Bernameya Berhemên Avî ya Rihayê Saît Kiliç dibêje: “va çavkaniya avê asayî dibe. Weke dibînin zelal dibe. Herî ji nav golê diçe. Em bi pompeyan jî avê ji golê dikişîinin. Masî hêdî hêdî derdikevin. Ji ber ku em dê êm ji wan qût bikin, dê niha masî li hinek navçeyan bên dîtin.”

Piştî lehiyê dihat gotin ku beşeke zêde ya masiyên golê mirarbûne û kêmbûne.  Lê pispor vê yekê red dikin û dibêjin bi derbasbûna demê dê hemû masî cardin vegerin.

Serokê Bernameya Berhemên Avî ya Rihayê Saît Kiliç jî got: “Masî mirarnebûne û me ev yek nedîtiye. Kêmbûn bûye an jî na,  ji xwe hejmara wan a li vê derê diyar e. ji ber wê jî ti kêmbûn li ber çavê me nakeve. Ev jî eger av bi temamî zelal bû dê diyar bibe. Niha rewşeke nerênî nîne. Masiyan xwe di hewiz û şekeftan de veşartibûn. me gotibû masî di jêr stresê de ne û  bi derbasbûna vê stresa wan dê derkevin.”

Bi asayîbûna rewşê kêm be jî liv û tevgera geştiyarî ya bo golê destpêkiriye. Lê gol ne ew gola berê ye ku tije bû ji masiyan.

Geştiyar Metîn Karaoglu jî got: “Karesatek gelek mezin bû. Xwedê dawiya wê xêr ke. Xwedê alîkarê me be. Me nêrî lê ji ber heriyê masî xuya nakin. Înşallah demek din eger bû nesîb em dê bên û wan bibînin.”