Galeriya wêneyan

23-03-2022
27 Photos
RÛDAW

Li Efxanistanê îro yekem roja destpêkirina sala nû ya xwendinê bû û xwendekarên keç jî bi coş û peroşeke mezin berê xwe dan dibistanan. Lê di nava rojê de Talîbanê bi biryarekê ew xwendekarên xwedî kelecaneke mezin şok kir û ji wan re got, kesên ku pola 6 temam kirine, vegerin malên xwe.

Tevgera Talîbanê ku dest bi ser desthilata Efxanistanê de girtiye, derbarê biryara xwe de amaje bi wê kir, hîn dem pêwîst e ji bo ku biryar li ser cilûbergên xwendekarên keç bidin bo dibistanan.

Piştî kontrolkirina Kabûlê di naverasta meha Tebaxa sala borî de, îro yekem car deriyê dibistanan li seranserê Efxanistanê û di bin desthilata Talîbanê de vebû.

Lê piştî biryara Talîbanê, beşeke keçên ku bi coş berê xwe dabûn dibistanê, bi çavên tijî hêsir ji dibistanan derketin û malbatên xwendekaran jî ji biryara nişkave ya Talîbanê nerazîne.