WAN - Girava Axtamarê bûye navenda geştyariyê

23-03-2022
RÛDAW
Nîşan Axtamar Gola Wanê Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji meha Çileya îsal vir ve 15 hezar geştyarên xwecihî û biyanî serdana Girava Axtamarê ya li Gola Wanê û Dêra Axtamarê ya li vê giravê kirine.

Girava Axtamarê ku ji aliyê îdarî ve di nav sînorên navçeya Gevaşê ya Wanê de ye, yek ji navendên giring ên geştyariyê li parêzgeha Wanê ye û di hemû werzên salê de bala geştyaran dikişîne ser xwe, lê bi germbûna hewayê re hejmara kesên ku serdana wê dikin zêdetir dibe.

Geştyarên ku serdana Wanê dikin bêyî dîtina Girava Axtamarê di nava şînahiya bêhempa ya Gola Wanê û dêra dîrokî ya wê dikin ji bajêr dernakevin.

Geştyar di rêya eskeleyên li navçeyên Edremît û Gevaşê re û piştî rêwîtiya nîv saetê bi qeyiqan diçin giravê.

Li gor amarên ku ajansa fermî ya Tirkiyê belav kirine, ji destpêka îsal ve heta niha 15 hezar geştyaran serdana wê giravê kirine. Bi helkefta cejna Newrozê jî gelek geştyar ji Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ve berê xwe dane Wanê û yek ji wêstgehên serdana wan, Giraxa Axtamarê ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst