Wêstgeha Elok a ava bajarê Hesekê rawestiyaye

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberê Kompanyaya Giştî ya Elektîrka Hesekê, Enwer Ugle ragihandiye

Rêveberê Kompanyaya Giştî ya Elektîrka Hesekê diyar kiriye ku sedema rawestana Wêstgeha Elok a avê vedigere bo birrîna elektrîkê ji ser wê wêstgehê.

Enwer Ugle gotiye, tîmên elektrîkê karê çaksaziyê di hêla 230 kîlovolt de dikin, ew hêl jî elektrîkê ji Wêstgeha Siwêdiyê digihîne wêstgeha elektrîkê ya Qamişlo, û ji ber karkirina li ser wê hêlê, elektrîk ji ser Wêstgeha Elok li bajarê Serê Kaniyê hatiye birrîn.

Her bi gotina Ugle, piştî bidawîbûna karê çaksaziya wê hêlê, yekser careke din dê elektrîk vegere Qamişlo, wiha jî Wêstgeha Elok dê vegere karkirinê.

Li gorî zanyariyên ji Qamişlo, 5 roj in ku bi sedema kêşeya hêla Wêstgeha Siwêdiyê, elektrîk ji ser wî bajarî hatiye birrîn.