Li Bedlîs û Mûşê perwerde hat rawestandin

23-03-2022
RÛDAW
Nîşan Bedlîs Mûş Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îro li parêzgehên Bedlîs û Mûşê yên Bakurê Kurdistanê ji ber barîna berfê û sermayê perwerde hat rawestandin û dibistan bo rojekê girtî ne.

Li parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê, ji ber berfê îro Çarşemê 23ê Adarê perwerde hat rawestandin.

Parêzgariya Bedlîsê ragihand, ji ber berf berdewam dibare îro Çarşemê 23ê Adarê li navenda bajêr û gundên ser bi bajêr perwerde hat rawestandin.

Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê jî ji ber berfê îro Çarşemê 23ê Adarê perwerdeya bi veguhestinê tê kirin hat rawestandin.

Li gelek parêzgehên Bakurê Kurdistanê, barîna berfê bênavber berdewam e. Parêzgariya Mûşê ragihand, keşûhewaya nerênî bandorê li jiyanê dike.

Parêzgariyê biryar da, li tevahiya parêzgehê roja Çarşemê 23ê Adarê perwerdeya bi veguhestinê tê kirin bê rawestandin.

Herwiha karmendên hikumî yên kêmendam û ducanî wek mohlet bên qebûlkirin û neçin ser kar.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst