Di Newrozê de daxwaza gel bo xwarinên kurdî zêde bû

23-03-2017
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) – Tevî ku di cejna Newrozê de xwaringeh girtî ne, li Silêmaniyê xwaringehên ku xwarinên kurdî çêdikin, ji ber xwesteka gel vekirî bûn.


Benaz Letîf li xwaringeheke ku xwarinên kurdî çêdikin dixebite. Benaz dibêje, ji ber ku daxwaz hebû, di Newrozê de jî xebitiye.


Herwiha Benaz diyar kir: “Piranî xwarinên kurdî têne xwestin. Niha bi taybetî jî aprax pir tên xwarin. Weke din xwarina me ya navdar ser û pê jî zehf tê firotan.”


Xwediya xwaringeheke din Tara Ebdullah jî destnîşan kir, ji ber daxwaza rojên Newrozê, nikarin dikana xwe bigirin.


Tara Ebdullah dibêje: “Di Newrozê de piranî bi rêya sparîşê em dixebitin. Kirîdarên me rojeke beriya ku derkevin seyranê, sparîşa xwe didin. Herî zêde jî aprax dixwazin.”


Kevaniya xwaringeheke din Bêrîvan Enwer jî diyar kir, xwarinên kurdî li malan kêm têne çêkirin, lewma xelk berê xwe didin xwaringehan.


Bêrîvan Enwer dibêje: “Ev ji bo me fersend e. Em him debara xwe dikin û him jî xizmeta gelê xwe dikin.” 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst