Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê çekdarî yê PKKyê ye nasnameya 4 gerilayên ku canê xwe ji dest daye eşkere kir.
HPGyê ragihand ku 4 gerîlayan 11 Tabaxa 2018an li herêma Avaşînê ya Başûrê Kurdistanê canê xwe ji dest daye.
HPGyê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku nasnameyên van gerîlayan bi vî rengî ne:
- Osman Kiliç bi nasnavê Egîd Zaza, li Çewlîgê ji dayîk bûye
- Îslam Ozdemîr bi nasnavê Agir Umud, li bajarê Burdurê yê Tirkiyeyê ji dayîk bûye
- Abdurrahman Yaşa bi nasnavê Serhad Partîzan, li navçeya Sûrê ya Amedê ji dayîk bûye
- Dogan Yuzguleç bi nasnavê Xeyrî Azad, li Navçeya Westanê ya Wanê ji dayîk bûye.
Herwiha HPGyê da zanîn ku Osman Kiliç 2003yan, Îslam Ozdemîr, Abdurrahman Yaşa û Doagan Yuzguleç jî 2015an tevlî refên gerîlayan bûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse