RIHA - Cezayê yekem ê erdhejê hat dayîn

23-02-2024
RÛDAW
Nîşan Riha Erdhej Ceza Muslum Demîrer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 9emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê, 18 sal û mehek û 15 roj ceza da mutehîdê apartmana ku di erdheja 6ê Sibatê ya Mereşê de li Rihayê hilweşiyabû.

Cara yekem e ku di dozên erdhejê de ceza li mutehîdekî hat birîn.

Di erdheja 6ê Sibatê ya Mereşê de li Taxa Îpekyoluyê ya Rihayê Apartmana Osman Agan hilweşiyabû, 34 kesan canê xwe ji dest da û 10 kes birîndar bûbûn.

Derbarê mutehîdê (belênder) apartmanê Muslum Demîrer de li Dadgeha Rihayê doz hatibû vekirin.

Rûniştina dozê roja 22yê Sibata 2024an li 9emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê hat lidarxistin.

Muslum Demîrer, mexdûrên erdhejê û parêzerên wan beşdarî dozê bûn.

Di rûniştina dozê de raporên ku ji aliyên pisporan ve hatibûn amadekirin û girteyên derbarê kavilên apartmanê de hatin rojevê.

Kurê mutehîd jî canê xwe ji dest dabû

Parêzerên mexdûran xwest ku ji asta herî jor ceza li mutehîdê tawanbar bê birîn.

Parêzerên mutehîd jî got, “Kurê muwekîlê me jî di erdhejê de canê xwe ji dest daye û ew jî mexdûr e.”

Dozger jî di îdianameya xwe de got, “Mutehîdê avahiyê di dema lêkirina apartmanê de li gorî standartan tevnegeriyaye û tawanbar e.”

Biryara dadgehê

Dadgehê bi tohmeta ku “bi qisûra biqest bûye sedema mirin û birîndarbûna gelek kesan” 21 sal û 9 meh ceza da Muslum Demîrer û piştre ji ber ku kurê wî jî di erdhejê de miriye û mexdûr bûye cezaya wî daxist 18 sal û mehek û 15 rojan.

Biryara li Rihayê yekemîn biryar e li ser avahiyên di erdhejên 6ê Sibatê de hilweşiyabûn û dê ji dozên din re jî bibe mînak.

Li gorî amarên fermî, di erdhejên Mereşê de li 11 parêzgehan herî kêm 53 hezar û 537 kesan canê xwe ji dest da û 107 hezar û 213 kes birîndar bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst