Namzedê DEM Partiyê ji namzediyê vekişiya!

23-02-2024
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Mahmut Ulus Çinar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Namzedê DEM Partiyê yê hevserokatiya Şaredariya Navçeya Çinarê ya Amedê Mahmut Ulus, ji ber pirsgirêka namzedê fermî serlêdana xwe paş de kişand.

Li Çinarê di pêşhilbijartinên DEM Partiyê yên ji bo diyarkirina namzedên hevserokatiya şaredariyê de ku meha borî hatin kirin, Mahmut Ulus 361 deng û Semra Akyuzê 540 deng wergirtin.

Mahmut Ulus û Semra Akyuz wekî namzedên DEM Partiyê yên Çinarê hatin eşkerekirin.

Lê ji ber pirsgirêka yasayî bi awayê fermî, tenê kesek wekî namzed tê nîşandan û namzedê din jî di kontenjana endamtiya meclîsa şaredariyê de tê nîşandan.

DEM Partiyê ji ber kotayê jinê li Çinarê Semra Akyuz wekî namzeda fermî pêşkêşî komîsyona hilbijartinê kir.

Mahmut Ulus nerazîbûn nîşanî biryara partiya xwe da û ji namzediyê îstifa kir.

Divê DEM Partî îro namzedekî nû diyar bike û wekî namzedê endamê meclîsa şaredariyê pêşkêşî komîsyonê bike.

Pêştir heman pirsgirêk li Êlihê jî çêbû.

Namzedê mêr Mehdi Oztuzun nerazîbûn nîşanî biryara partiyê xwe da ku Gulistan Sonuk wekî namzeda fermî hatibû nîşandan.

Lê Oztuzun piştre bi daxuyaniyekê paş de gav avêtibû û ji gel lêborîn xwestibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst