Êlih - Li bîra petrolê teqîn: Mirî û birîndar hene

23-02-2024
RÛDAW
Nîşan Êlih Bîra Petrolê Teqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bîra petrolê ya Kompanyaya Navneteweyî ya Petrola Tirk (TPIC) ya li gundê Aqûbanê yê Êlihê teqînek çêbû.

Li gorî zanyariyên destpêkê, di encamê de karkarek mir û yek jî birîndar bû.

Herwiha otomobîla malbata karkerê ku canê xwe ji dest da dema diçû cihê bûyerê wergeriya û 3 kes birîndar bûn.

Li gundê Aqûbanê yê Êlihê bîra petrolê ya Kompanyaya Navneteweyî ya Petrola Tirk (TPIC), ji ber guvaşa zêde ya gazê teqiya.

Teqîn di dema temamkirina bîrê de çêbû û di encamê de karkerê bi navê Î.T. canê xwe ji dest da û karkerek jî bi giranî birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê termê Î.T. ji bo karên otopsiyê bir morga Saziya Bijîşkiya Dadî ya Amedê

Herwiha tîmên tenduristiyê karkerê birîndar jî bir Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê.

Derbarê bûyerê de lêkolîn û lêpirsîn hat destpêkirin.

Ji aliyê din ve, otomobîla malbata karkerê ku canê xwe ji dest daye, piştî teqînê dema diçû cihê bûyerê li nêzîkî gundê Bajnîqê yê Farqînê wergeriya û 3 kes birîndar bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst