Xwişka Serok Barzanî çû ser dilovaniya xwe

Hewlêr (Rûdaw) – Xwişka Serok Barzanî, Zekiya Mela Mistefa Barzaniyê îro koça dawiyê kir.

Zekiya Mela Mistefa Barzaniya ku ev demek e tedawî dibû li Nexweşxaneya Hewlêrê çû ser dilovaniya xwe.

Qeymeqamê qezaya Mêrgesorê ya Îdareya Serbixwe ya Soranê xebera wefata Zekiya Mela Mistefayê da.

Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebubekir, li ser navê Parêzgariya Silêmaniyê peyameke sersaxiyê belav kir.