Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Erzirom, Agirî, Wan, Bedlîs û Mûşê ji ber berfa zêde rêyên 374 gund û gundikan hatine girtin.
Li parêzgeha Erziromê barîna berfê berdewam dike û li gel vê yekê ba û bahozê jî bandoreke neyînî li jiyana xelkê kiriye.
Li Erziromê rêyên 103 gundan hatine girtin û tîmên Şaredariya Bajarê Mezin ji bo vekirina wan rêyan kar û xebatên xwe didomînin.
Li gorî daxuyaniya Îdareya Taybet a Agiriyê, li parêzgehê rêyên 112 gundan ji ber berf û pûkê hatine girtin û karê vêkirina rêyan berdewam dike.
Herwiha li parêzgehên Wan, Mûş û Bedlîsê jî bi heman sedemê rêyên 159 gundan hatine girtin.
Îro li parêzgehên Erzirom, Qers, Erdexan û Dêrsimê berf dibare û pileya germê daketiye heta bi pileyekê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse