Termê Rojwelatê li Heskîfê hatibû dîtin: Birayê wê axivî

 Hewlêr (Rûdaw) – Birayê Rojwelat Kizmazê rojnameger Mehmet Kizmaz got, “Em nehatin dîtin. Gelo ji ber navê Rojwelat bû yan ji bo malbata wê bû.”

Rojwelat Kizmaz roja 9ê Sibatê ji mala xwe ya li taxa Petrolê ya Êlihê derketibû û winda bûbû.

11ê Sibatê cilên Rojwelat Kizmazê li kêleka Bendava Heskîfê hat dîtin.

Piştî ku cilên wê hatin dîtin 12ê Sibatê termê wê ji Bendava Heskîfê hat derxistin.

Birayê Rojwelat Kizmazê rojnameger Mehmet Kizmaz beşdarî bûltena Rûdawê bû agahiyên nû parve kirin.

“Roja sêyem miriye”

Mehmet Kizmaz wiha pê de çû:

“Em ji sedî sed nikarin bêjin ev tişt hatiye serê xwişka min.

Lêbelê di rapora destpêkê de dibêjin ti tundî û destdirêjî lê nehatiye kirin.

Dê rapora eslî jî piştî 3 mehên din derkeve.

Pisporê edlî tibê yê ku lê temaşe kiriye wisa got. Em beriya çend rojan jî pê re axivîn.

Bijîşk ji me re got, piştî windabûna xwişka te roja 3yemîn canê xwe ji dest daye.

Bijîşk li ser şêweyê candana wê jî got ku di avê de canê xwe ji dest daye. Ka hinekan wê dehf daye ne diyar e.”

“Dema behsa Gulistan dihat kirin aciz dibû”

Mehmet Kizmaz li ser dîmenên kamerayan got:

“Pêwîst e di dîmenan de derkeve lê Rêveberiya Ewlehiyê ya Heskîfê tenê roja ku me tiştên wê dîtin bi me re di nav têkiliyê de bû.

Piştî ku me pêlav û çaketê wê dîtin me xeber da wan û ew hatin.

Dema xwişka min nû winda bûbû me agahî dabû emniyetê û me got ku windabûneke neasayî ye.

Xwişka min carinan bi hemekî digot dê tiştek were serê min.

Hevala wê Gulistan hebû ya ku li Dêrsimê winda bû, wekî rojnameger min jê dipirsî çi bûye? Lê ew aciz dibû û xwe dûr dixist.

Li Kurdistanê ciwan di zehmetiyê de ne. Li Tirkiyeyê rewşeke xirab a aboriyê heye lê bi taybetî li Kurdistanê rewşa ciwanan xirab e.

Li Rojavayê Tirkiyeyê ji dehan 6 bêkar bin, li vir ji dehan 8 bêkar in.”

“Dibe ku lingê wê şemitî be”

Mehmet Kizmaz wisa berdewam kir:

“Rojwelat li Zanîngeha Munzûrê ya Dêrsimê xwend. Ew bû mamosteya zarokan lê nehat tayînkirin û nexebitî.

Piştre xwest biçe Ewropayê. Ji bo derxistina vîzeyê serlêdan kir lê daxwaza wê nehat erêkirin.

Berê standina vîzeyê ne wisa bû. Ev jî girêdayî polîtîkayên dewletê ye.

Em nabêjin xwişka min xwe avêtiye. Dibe ku bi fikrê xwe avêtinê çûbe lê nedixwest malbata xwe bixe vê rewşê.

Yan jî em dibêjin dibe ku lingê wê şemitî be.”

“Çima dewlet 4 rojan çavê xwe li me girt”

Mehmet Kizmaz diyar kir ku ew dixwazin lêkolîneke berfirehtir were kirin û got:

“Em dixwazin bizanin beriya bimire ku 2 rojan jî zindî maye, wê demê çi bûye.

Em dixwazin bizanin çima dewlet 4 rojan çavê xwe li me girt. Ji ber navê wê ye?

Em li Tirkiyeyê baca xwe didin, em diçin leşkeriyê. Nayê wê wateyê ji ber ku em ne li ser heman fikrê ne û tu dê li ser me nesekinî.

Me digot erkê xwe bi cih bînin lê ne kamera, ne gerandin ne jî tiştekî din kirin. Bi taybetî jî neyînî li me temaşe kirin.

Ji ber ku ji sedî sed hat guhê me ku emniyetê gotiye, em wê malbatê nas dikin xwe nexin nav bûyerê.

Ev gotin ji endamekî emniyetê yê bajarekî mezin ê Tirkiyeyê hat guhê me.

Kêmasiyên mezin hene ez dikarim yek bi yek rêz bikim.

Em nehatin dîtin. Wan em tune hesibandin.”